ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2017'AN
- 09:00 24 Mijdar 2017
- Rojev
*Medya Ararat a ku di doza tevgera azad de jiyana xwe ji dest da, dayika wê bi hestên xwe têkoşîn rave kir û got:" Ji ber ku keça min di rêya doza xwe de sekneke pîroz nîşan da û jiyana xwe ji dest da, ez bi keça xwe serbilind im." BI DÎMEN
*Jinên kedkar ên Kargeha Şehîd Binefş nerînên xwe derbarê jin û xebatê de anîn ziman û wiha gotin: " Êdî em zagonên desthilatdaran bi keda xwe dişkînin û vala derdixin. Şoreşa Rojava çavên me li azadiyê vekir, em bi hêvî ne ku hemû jin li vê şoreşê, li xwe û li berhemên xwe xwedî derkevin." BI DÎMEN
* Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li se Jinê ya navneteweyî nêrînên xwe anî ziman û wiha got:" Bi rihê têkoşîna jinê dê azadiyê bi ser keve." BI DÎMEN
*Seher Darilmaz a ku 9 meh berê hat îxrackirin ev demeke anketoriyê dike. Li Tirkiyeyê berxwedana li dijî KHK’yan wek berxwedana li dijî şîdetê ye, bi hezaran welatîyî wek mamoste Seheberê gotin ‘Dema edelet, maf û hiqûq bê vî welatî em ê vegerin karê xwe’ û têkoşîna xwe berdewam dikin. BI DÎMEN
*Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca bal kişand ser êrîşên dagirkirinê yên li hember Kurdistanê û wiha got: “ An em ê xwedî li ax û erdnîgariya xwe derkevin an jî em ê sed salê din jî wek kole bijîn.” BI DÎMEN
*Xwendekarên Amedê bertek nîşanî tundiya li ser jinê dan û tundî şermezar kirin. Xwendekaran got ku tûndî pirsgirêka jinê nîne, pirsgirêka pergalê ye. Ji ber ku di nav vê pergalê de mêr hene ev pirsgirêk pirsgirêka mêran e. BI DÎMEN
*Sultan Yoldaş ku bi îsotên organîk tirşiyê çêdike hem aboriya xwe pêk tîne û hem jî amadekariya zivistanê dike. Sultanê diyar kir ku di jiyana jinê de tişta herî girîng hêza hilberîner e û balkişand ser keda jinê ya nayê dîtin.
* 6 jinên li taxa Haci Abdî ya navçeya Batalgazî ya Meletiyê dijîn bi hêza xwe firinek vekirin û keda jinê bi nan re tê cem hev. Zeynep Çelîk a di firinê de dixebite got: “Nanên me diçin derveyî bajar jî. Niha em ji bo derveyî welat jî îxracatê dikin. BI DÎMEN
*Jinên sendîkayî yên di hedefa OHAL û KHK’ê de ne, wê di 25’ê mijdarê de li qada bin. Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoyê der barê mijarê de axivî û got bersiva herî xurt a li dijî êrîşên AKP’ê yên li hemberî jinê wê li kolanan bê dayîn.








