Kela berxwedanê Kobanê ji tundiya li ser jinê re dibêje na
- 16:11 23 Mijdar 2017
- Rojane
KOBANÊ - Desteya Jinê û Jinên Ciwan bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî pêşengehek li dar xist.
Di çarçoveya hemleya Kongra Star de, Desteya Jinê û Jinên Ciwan li ber Buroya hêzên YPJ'ê a kantona Kobanê ya herêma Firatê di bin dirûşma " Hilweşandina pergala Îmraliyê hilweşandina tundiya li ser jinê ye" pêşengehek ji bo roja 25'ê Mijdarê çê kirin. Wêneyên di pêşengehê de hatin pêşkêşkirin li ser reng û cureyên tundiya li ser jinê bûn.
Di vekirina pêşengehê de Cîgira Desteya Jinê a Kobanê Rodîn Yûsif axivî. Rodîn Yûsif diyar kir ku sedema lidarxistina pêşengehê a li kolanê ew bû ku her kes cureyên şidetê yê li ser jinê bibînin û wiha got:" Hemû rengên şideta civakî, aborî, derûnî li ser jinê tên meşandin."
'Heta jin azad nebe civak pêş nakeve'
Her wiha Endama Desteya jinê Şêrîn Mûslim di vê derbarê de wiha nerînê xwe anî ziman" Di pêşengehê de wêneyên cur bi cur hatin pêşkêş kirin, armanca me ew bû ku zilm û zordariya li ser jinê tê meşandin bê dîtin û tekoşîna jinê ya li dijî zilmê nê înkarkirin. Her wiha bi vê pêşengehê peyama heta jin ne azad be civak pêş nakeve jî hat dayin."
'Jin afirîneriya jiyanê û bingeha civakê ye'
Şêrînê wiha berdewam kir:" Wêne diyar dikin ku jin vê tundiya ku li ser wan tê meşandin napejirînin. Em wek Destiya Jinê tu carî qebûl nakin ku jin di bin zilma mêrên desthilatdar de bimînin. Çimkî jin afirînera jiyanê û bingeha civakê ye."
Şêrînê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Banga me ew e ku hemû jin bibin yek û zincîra koletiyê bişikînin."








