Serlêdana 250 parêzeran nehat qebûlkirin

  • 16:09 23 Mijdar 2017
  • Rojane
Serlêdana 250 parêzeran a ji bo çûyîna Îmraliyê, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve nehat qebûlkirin.
 
STENBOL  -  250 parêzerên ji bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mersîn, Mûgla, Colemêrg û Mêrdînê, bi rêya Buroya Hiqûqê ya Asrînê, ji bo dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ev serlêdan red kir.
 
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve 707 car in serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re  bi îdîayên "rewşa nebaş a hewayê" "keştî xerabe ye", "keştî tê tamîrkirin" û "Rewşa Awarte" nayê qebûlkirin.