Kongra Star ji bo danasîna Netew-Demokratîk civîn li dar xist
- 10:59 22 Mijdar 2017
- Rojane
TIL TEMIR - Têkiliyên Diplomasî yên Kongra Star a Kantona Efrînê ji bo jinên Ereb ê Çiyayê Kezwanan civîn li dar xist.
Bi armanca danasîna têgeha Netew-Demokratîk Kongra Star a Kontona Efrînê bi jinên Ereb ên Çiyayê Kezwanan civîn li dar xist. Her wiha bi armanca xelaskirina hişmendiya desthilatdar a 5 hezar salan û azadiya jinê li Şaredariya gundê Xerayê ya Çiyayê Kezwanan a girêdayî bajarê Til Temirê ya herêma Cizîrê civînek bi jinên ereb re hat li dar xistin. Di civînê de Rêveberiya Têkiliyên Diplomasî ya herêma Efrînê, Cîgira Seroka Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma Efrînê Cîhan Mihemed, rêveberiyên têkiliyên Diblomasî ya Kongra Star Elya Oglo û Ebla Dawê û Rêveberiya Têkiliyên Diplomasî ya kantona Qamişlo Qedeiya Hisên, beşdarî civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
'Rêjîma Baasê bû sedema jihevqetandina gelan'
Rêvebira Têkiliyên Diplomasî ya Herêma Efrînê Fatima Lekto diyar kir ku Rejîma Baasê bû sedema jihevqetandina gelan û wiha got:" Netewa Demokratîk ji gelek netewan pêk tê, bi hev re û bi rengekî demokratîk li ser axa Sûriyeyê bi yek rihî dijîn, dewletên ku dijminahiya Sûriyeyê û gelê wê dike her dem dixwazin ku gel ji hev biqetînin. Di dema Rêjîmê de veqetandinek di navbera gelan de hebû. Armanca Netewa Demokratîk ew e ku yekîtiya gelan pêk bîne. Her tim di bin navê yek al, yek ziman û yek netew de mafê gelek gelên ku di hundirê Sûriyeyê de dijîn dihat tune kirin. Di serdema Rêjîmê de tenê fikra yek al, yek ziman û yek netew dihat parastin. Loma aramî tunebû û şerekî mezin derket. Têgeha yekperestiyê rêya çareseriyê digire. "
'Dîroka Jinê ya xwedîhêz û bi îrade bi destên mêran hat veşartin'
Cîgira Seroka Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma Efrînê Cîhan Mihemed jî bal kişand ser rol û zanebûna jinê ya di nava civakê de û wiha got:" Di dîrokê de mêrê xwediyê hişmendiya desthilatdar hemû maf û destkeftiyên jinê yê dîrokî jê girt û kir ayîdê xwe. Dîroka Jinê ya xwedîhêz û bi îrade bi destên mêran hat veşartin."
'Bêrîtan, Şîlan û Vîyan semola jinên azad in'
Cîhanê di dewama axaftina xwe de ev yek anî ziman: " Ger jin azad nebe civak jî azad nabe. Jin dê bi têkoşîna xwe azadiya xwe bi dest bixin. Îro bi saya têkoşîna şehîd û evîndarên azadiyê yên mîna Ş.Bêrîtan, Ş.Vîyan û Ş.Şîlan… me serkeftinên giranbiha bi dest xist."
'Divê ku jinên Ereb êdî gaveke nû ber bi azadiyê ve biavêjin'
Cîhanê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Rêber Apo îro hêz û bawerî daye jinê ku azad bijîn. Divê ku jinên Ereb jî werin têbikoşin û xwe azad bikin. Perwerde bibin û xwe ji hişmendiya desthilatdar biparêzin. Jina azad civakê bi xwe re azad dike.
Civîn bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.








