25’ê Mijdarê: Çîroka jina ku serî li dijî şîdeta sîstematîk netewand… (8)
- 09:45 22 Mijdar 2017
- Rojane
‘Li beden û dilê min şopek mezin dima’
Medîne Mamedoglu
MÊRDÎN - A. ya hîna 5 salî bû ji aliyê apê xwe ve rastî îstîsmara zayendî û îşkenceya sîstematîk hat, diyar dike ku bav û hevjînê wê yê bi zor pê re zewicandin, parçeyek ji jiyana wê girtine. A. got ‘her dest dida min di beden û dilê min de şopek mezin dima’ û wiha pê de çû: “ Yek peyamek min ji bo jinan heye, li ku dibe bila bibe bi tu awayî divê em serî li hember mêran netewînin.”
Ji ber ewlehiyê em ji bo navê wê dibêjin A. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê çîroka xwe ji me re vegot. A. ya li gundekî Qoserê hat cîhanê, bi salan e ji aliyê bav û apê xwe ve rastî şîdeta fîzîkî û psîkolojîk hat. A. şîdeta mêr a di 5 saliya wê de dest pê kiriye vegot: “ Heta îro rojeke ku min şîdet nedîtiye tuneye. Lê rojeke ku min serî tewandiye jî tuneye.”
A. wiha vedibêje: “ Ez li gundekî Qoserê hatim cîhanê. Ez di 5 saliya xwe de rastî îstîsmara zayendî ya apê xwe hatim. Min hewl dida ez fêm bikim ku çi dike. Ji temênê xwe yê biçûk heta niha ez rastî heman îşkence û tehdîdan hatim. Her dest dida min li beden û dilê min şopek mezin dima. Min ewil nizanibû ev şop çi ye. Ez niha fêm dikim lê gelek dereng e.”
Vegotina îstîsmarê û îşkenceyê
A. demek dirêj li dijî tehdîdan bê deng maye lê di salên ciwantiyê de ji ber îşkenceya didît, bûyer ji bavê xwe re vegot lê ji aliyê bavê wê jî îşkence zêde bûye. A. wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Her tim min şîdet jê dît. Dema dayika min li dijî wî derdiket, li dayika min jî dixist. Ez her şev bi girî radizam. Min her roj digot wê kî dê rojekê min xilas bike.”
‘Bila jin tu caran serî netewînin’
A. ya di 16 saliya wê de bi zorê hat zewicandin niha 6 zarokên wê hene. A. da xuyakirin ku yek zarokek xwe bi daxwaza xwe neaniye cîhanê û wiha pê de çû: “ Hemû mêrên ku di jiyana min de, parçeyek ji jiyana min girtin. Ji wê rojê heta niha gelek tişt guherîn. Lê tu caran hestê azadiyê wateya xwe wenda nekir. Niha ez li cem jinên rastî şîdetê hatine me û piştgiriyê didim wan. Keçên min jî ji min cesaretê digirin û li gorî wê dijîn. Yek peyameke min ji bo jinan heye. Bila li dijî mêran tu car serî netewînin. Bila jin berxwe bidin.”
SIBÊ: Di JINWAR’ê de jiyanek xwezayî û bê şîdet








