Êzidiyên li kampa AFAD’ê zivistan pêşwazî kirin, li bende piştevaniyê ne
- 09:22 22 Mijdar 2017
- Rojane
MÊRDÎN - Piştî qeyûm tayînê şaredariyên DBP’ê bû şûnde Êzidî ji kampên şaredariyê hatin girtin û li kampên AFAD’ê bi cih kirin. Ezidî ji roja hatine kampê bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Êzidiyên ku mafê wan ên tenduristiyê hatiye astengkirin rastî gotinên nîjadperest tên û vê carê jî bi hatina zivistanê re zehmetiyan dikişînin.
Gelê Êzidî yên ku ev 11 meh in ji kampên şaredariyan hatine girtin û li kampên AFAD’ê hatine bicihkirin di vê pêvajoyê de her tim rastî gotinên nefretê û astengiyan hatine. Piranî Êzidiyên şert û mercên kampa AFAD’ê naecibînin koçî Ewropayê dikin.
Hewcedarî bi alavên zivistanê hene
Kampa 12 hezar kes ku hem Ereb û hem jî Êzdî lê dijîn, bi hatina zivistanê re hewcedariyên wan jî zêde bûn. Tevlî ku zivistan dijwar derbas dibe jî li her konî sobeyek heye. Bi baranê re av diçe bin konan û diyar dikin ku di şiliyê de nikarin razê û gotin hewcedarî bi cil û bergên zivistanê heye. Êzidiyan diyar kir ku bi hatina zivistanê re zehmetiyan dikişînin û zarokên wan ji ber vê yekê nexweş dikevin û gotin tevlî rewşê radigihînin jî hewcedariyên wan nayên peyda kirin.
Malbatan destnîşan kir ku xwarinên ku ji bo wan tên dayîn jî têr nake û bi lêv kirin ku hema hema her roj diçin sûkê û bi pereyên xwe hewcedariyên xwe digirin.
Êzidiyan bi lêv kir ku bi hatina zivistanê re pirsgirêkên cuda dijîn û ji roja hatine kampa AFAD’ê tu pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin û gotin ji xizmetên tenduristiyê heta pêkanîna îbadeta xwe di her mijdarê de pirsgirêkan dijîn û gotin ji ber vê yekê gelek Êzidiyan koçî Ewropayê kirine.








