Salvegera damezrandina Gundê Jinwarê hat pîrozkirin

  • 09:10 22 Mijdar 2017
  • Rojane
Felek Mûsa
 
DIRBÊSIYÊ - Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo û Hevseroka Desteya Darayî Remziye Mihemed a Kantona Cizîrê ku salvegera  avakirina  Gundê Jinwar pîroz kirin û roja 25'ê Mijdarê nirxandin  gotin: "Avakirina Gundê Jinwar jî gaveke pîroz e û bersivek li dijî tundiya li ser jinê ye."
 
Salek di ser avakirina Gundê Jinwar re derbas bû. Bi minasebeta  nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya bi  Tundiya li Ser Jinê re saziyên jin li Gundê Jinwarê kom bûn. Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo û Hevseroka Desteya Darayî Remziye Mihemed a Kantona Cizîrê têkildarî 25'ê Mijdarê nirxandin kirin û salvegera avakirina Gundê Jinwar pîroz kirin.
 
Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo tundiya li ser jinan şermezar kir û ji bo salvegera avakirina Gundê Jinwar wiha got: "Me wekî jin li hemberî tundiya ku li ser me tê meşandin, gelek gavên giring avêtine. Avakirina Gundê Jinwar jî gaveke pîroze û bersivek li dijî tundiya li ser jinê ye. Em hêvîdarin ku Gundê Jinwar hêzê bide tevahî jinan û hemû jin jê sûdê bigirin."
 
'Divê jin hêza xwe zêde bikin'
 
Hêva Erebo got ku pêwîste êdî jin ji nihya  û şûnde asta têkoşîna li hemberî tundiya ku li ser wan tê meşandin xurtir bilind bikin û wiha pê de çû: "Ji niha û şûnde em êdî tucaran tundiya li ser jinê qebûl nakin da ku em jiyaneke wekhev û aştiyane di civaka xwe de pêk bînin.  Em bi hêvî ne ku li tevahiya cîhanê jî ev têkoşîn bê meşandin û gavên hîn mezintir bên avêtin. Li ser vî bingehî em carekdin salvegera avakirina Gundê Jinwar li tevahî jinan pîroz dikin. Bi minasebata  25'ê Mijdarê jî em ji hemû jinan re dibêjin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinê bidomînin û em ê li ser şopa hemû  jinên ku di riya azadiyê de canê xwe feda kirine bimeşin. Ji bo wê bila hemû jin li xwe, li dengê xwe  û li azadiya xwe xwedî derkevin."
 
'Jin xwe ji desthilatdaran rizgar dikin'
 
Her wiha Hevseroka Desteya Darayî Remziye Mihemed jî têkildarî 25'ê Mijdarê wiha got: "Bi minasebeta nêzîkbûna roja 25'ê mijdarê û di roja salvegera avakirina Gundê Jinwar de em wekî tevahî saziyên jin li vir kom bûne. Beriya niha jin rastî şîdetê dihatin û nikarîbûn parastina xwe bikin, lê niha êdî jin rastî û mafê xwe nas dikin, ji bo mafên xwe têkoşînê didin û xwe ji desthilatdaran rizgar dikin. Êdî jin dikare baş mafê xwe biparêze û şîdetê qebûl neke.  Jinên ku rastî şîdetê bên jî dikarin bên Gundê Jinwar ê ku bi keda jinan hatiye avakirin û dikarin lê bijîn. Her wiha divê jin têkoşîna xwe li hemberî tundiyê bilindtir bikin.  Ji ber ku bilindkirina têkoşînê wê bibe şopandina xeta jinên têkoşer û jinên ku bûne sembola jinên azad."