Kongra Star: Divê jin birêxistin bibin û mafên xwe biparêzin
- 09:02 22 Mijdar 2017
- Rojane
KOBANÊ - Kongra Starê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî peyamek weşand û bal kişand ser tundiya ku li dijî jinê tê meşandin.
Kongra Starê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî peyamek weşand û diyar kir ku divê jin birêxistin bibin û mafên xwe biparêzin.
Di peyamê de wiha hat gotin:
Di dîrokê de, hişmendiya desthiladariya mêrên serdest çawa ku bi rêya tundî û zorê li ser pîroziya jinê hukumdariya xwe daye avakirin, niha jî ev çanda tundî û zilma hişmendiya mêran hîn jî bi awayekî giştî li ser jinê berdewam dike. Di hemû qada jiyanê de tundî li ser jinê berdewam dike. Tundî, ne tenê bi rêya lêdan an jî kuştinê, di heman demê de bi rêbazeke siyasî û li ser navê hezkirinê û xapînokên mezin li ser jinan tê meşandin û mêr bi vî awayî desthilatdariya xwe didin berdewamkirin. Li hember vê tundiya hişmendiya mêr jin bê parastin û bê maf in. Nikarin mafê xwe û parastina xwe li hember zilm û zordariya vê hişmendiyê bidin xuyakirin. Ji ber ku ne qanûnên dewletê û ne jî yên ol-baweriyê destûrê nadin jinan ku di heman demê de jin mafê xwe jî biparêzin. Zanistiya ku di roja me ya îro de tê meşandin her roj zêdetir jinan dike meta û wek objeyeke cinsî bikar tîne. Lê belê ev pêkanînên desthilatdariya hişmendiya mêr nizanin ku di şexsê jinê de çiqas tahrîbatên mezin li ser xweza û civakê didin avakirin. Ji bo vê yekê jî divê jin xwe birêxistin bikin, zana bikin, pêş bixin û bikaribin mafê xwe biparêzin. Tenê bi vî rengî dikarin li hember tundiya vê zihniyetê bisekinin û bersivên mezin bidin diyarkirin.
'Têkoşîn û azadiya jinê ji bo hemû pirsgirêkên civakê dibe bersiv'
Kongra Starê di berdewamiya peyama xwe de diyar kir ku divê jin bikaribin mafên xwe biparêzin û wiha got: Têkoşîn û azadiya jinan ji bo hemû pirsgirêkên civak û xwezayê dibe bersiv û afirandina jiyana wekhev û pêş dixe. Bingeha felsefeya Rêber Apo çavkaniya xwe ji çanda Neolotîk digire û tarzê rêveberina demokratîk û xwezayî jî rastiya jinan dide avakirin. Ji bo jin xwe bigihînin rastiya xwe û li dijî tundiyê bikaribin têbikoşin, hewceye ku bibin yek. Divê jin xwe li ser bingeha felsefeya Rêber Apo ya ku hemû netew, çand, ziman û baweriyê di xwe de dihewîne xwe pêş bixin. Di sala 1960'an de li hemberî diktatoriya Tirîjello xwişkên mîrabel serê xwe rakirin û pêşengtiya rêxistina Candestînayê kirin û berxwedana azadiya jinê dan nîşandan. Lê belê, hişmendiya Dewlet-Netew bû sedem ku her sê xwişkên mîrabel îşkence bi wan bê kirin, bi tecawizê rû bi rû bimînin û bên qetilkirin. Bi vê bûyerê hemû jinên cîhanê rabûn li ser piyan û li hember pêkanînên hişmendiya desthilatdar dengê xwe bilind kirin. Ji wê rojê heta roja me ya îro ev roj wek 25'ê Mijdarê tê bi bîr anîn û jin li qadan têkoşîna xwe berz dikin. Her wiha, li Parîsê li dijî sê jinên azad jî rûyê tundiyê yê hov xwe nîşan da. Xwestin di şexsê hevala Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) de tundiya xwe li ser azadiya Gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê bidin berdewamkirin. Lê belê li hember vê şîdet û zordariyê bersivên gelek xurt hatin dayîn û îro Şoreşa Rojava bi pêşengtî û xwedîderketina jinê ve tê meşandin ku ev bersiva herî xurt îfade dike. Loma divê tu caran ev şoreş bin nekeve û hêza jinê hîn zêde bibe.
'Divê jin hêza xwe bikin yek'
Kongra Starê di dawiya peyama xwe de wiha got: Li ser vê esasê, em wek Koordînasyona Kongra Star A Kobanê tundiya li ser jinê şermezar dikin. Divê jin hêza xwe bikin yek, di her qada jiyanê de li hemberî zilm, zordarî û şîdetê bi awayekî xurt bisekinin û li dijî tundiyê şer bikin.








