Ji parêzerên Abdullah Ocalan serlêdana 706'an
- 14:51 21 Mijdar 2017
- Rojane
STENBOL – Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 706’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Cengîz Çîçek û Serbay Koklu ji bo ku sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve bi vê serlêdanê re ev bû cara 706’an parêzer serlêdana daxwaza hevdîtinê dikin.
Daxwaza serlêdanên parêzeran a li gel Abdullah Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve 705 car bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL”ê tê astengkirin.








