Doza Ayla Akat Ata hat taloqkirin
- 13:44 21 Mijdar 2017
- Rojane
AMED - Doza parlamentera berê û Aktîvîsta TJA Ayla Akat Ata ya derbarê wê de 95 sal cezayê girtîgehê tê xwestin, hat taloqkirin.
Li parlamentera berê û Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, ji ber xebatnên ku kiribûn, doz hat vekirin û heya 95 salan cezayê girtîgehê jê re tê xistin. Duyemîn rûniştina dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên Ayla tevli dozê bûn. Piştî xwendina belgeyên dosyayê rûniştina dozê dest pê kir. Hat diyar kirin ku belgeyên di dema Ayla Endama Komîsyona Lihevkirina Qanûna Bingehîn a Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû ku ji Wezareta Dadê hat xwestin, nehatine şandin. Dûre parêzerê Ayla parastin kir û xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin.
Heyeta dadgehê jî, ji bo temamkirin dosyayê, doz taloqî Sibatê kir.








