Ji bo siberojeke demokratîk divê hemû kes ber bi sindoqan ve biherikin
- 12:40 21 Mijdar 2017
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Endama Komîteya Hilbijartinan Çinar Yûsiv hilbijartinên Meclisan a Bakurê Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku divê hemû kes ji bo siberojeke demokratîk ber bi sindoqan ve biherikin.
Di 1'ê Çileyê de hilbijartinên Meclîsan a Bakurê Sûriyeyê tê destpêkirin. Endama Komîteya Amadekar a kar û xebatên hilbijartinan Çinar Yûsiv têkildarî hilbijartinên meclîsan de nirxadin kir.
Çinarê diyar kir ku gelê herêmê di pêvajoyek pir hesas û girîng de derbas dibin û wiha domand:" Ji bo parastina gelê herêmê û bidawîkirina DAÎŞ'ê şervanên QSD'ê bi rihekî fedakarî berxwedanek bê hempa didin meşandin û gavên dîrokî ber bi azadiya hemû gel û netewan ve diavêjin û li cîhanê deng vedidin. Gelên ku tarîtî li ser wan hatibû ferzkirin îro bi saya berxwedanî û lehengiya şervanên QSD'ê ronahiyê bi çavên xwe dibînin."
'Gerek hemû kes di xebatên hilbijartinan de cihê xwe bigirin'
Çinarê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:" Em ber bi pêkanîna federaliya Bakûrê Sûriyeyê ve diçin lewma di vî warî de xebatên girîng tê meşandin. Destpêka gavavêtina ber bi federaliyê ve ji komînan dest pê kir, ew jî bi awakî serkeftî derbas bû û niha jî em amadekariya hilbijartinên Meclîsan dikin. Sûriye cihê pir rengiyê ye her kes di federaliya Bakûrê Sûriyeyê de cih digire û bi mafê xwe dijî. Ji bo siberojeke demokratîk gerek hemû kes di xebatên hilbijartinan de cihê xwe bigirin."
Çinar di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku di roja 1'ê Çileyê de berê xwe bidin sindoqan û lîsteya Netewa Demokratîk hilbijêre û bibin yek."








