Li girtîgeha Tarsûsê pêkanînên kêfî didomin
- 09:18 21 Mijdar 2017
- Rojane
MÊRSÎN - Malbatên ji bo hevdîtina vekirî çûn Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê, rastî gotina ‘hevdîtin hatiye betalkirin’ hatin û pêşniyara hevdîtina girtî ya 15 deqeyan hatin.
Binpêkirina mafan ya li girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê didomin. girtiyên ji berê li dijî binpêkirina mafan ketibûn greva birçîbûnê û herî dawî rêveberiya girtîgehê bi awayekî kêfî hevdîtinên vekirî asteng kirin.Malbatên ji bajarên cuda ji bo hevdîtinê hatin girtîgehê çend deqe mabu ji hevdîtinê re rastî gotina ‘hevdîtina vekirî hat betalkirin. Ger hun bixwazin dikarin 15 deqeyan hevdîtina girtî pêk bînin.”
Mbalatên ji bajarên dur hatibûn bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku ji bo dengê xizmên xwe bibighîzin bi mehan dipên û gotin ew dixwazin wan bibînin.
Xizmên girtiyan xwe gîhandin ajansa me û destnîşan kirin ku divê demildest det ji van pêkanînên kêfî berdin û wiha gotin: “Her roj şert û merc xerab dibin. Em dipên ku baş be lê her diçe xera dibe. Zarokên me di bin zextên mezin de ne. Em ditirsin ku tiştek bi wan bê.”
Malbatan bi lêv kir ku bi saetan li ber derî sekinîne û xizmên xwe jî nedîtine û wiha pê de çû: “Ev zilm wê heta ku derê biçe? Mafên zarokên me tên xespkirin. Em malbat li dijî van dijhiqûqiyan nekarin berxwe bidin. Divê em dengê xwe bilind bikin. Divê her kes deng bide zindanan.”
Li aliyê din jî malbata girtiyê bi navê H.M yê li girtigeha Tîpa T ya Denîzliyê dimîne jî daxuyakirin ku zarokê wan çar mehe di hucreyê de têkoşîna jiyanê dide û got: “Ev 10 roje di greva birçîbûnê de ye. Êşa wî gelek zêdeye, lê mudaxale jî nakin.”








