Jinên Edenêyê piştgirî dan kampanyaya ‘wê azadî bi ser keve’
- 09:14 21 Mijdar 2017
- Rojane
Fîlîz Zeyrek
EDENE - Jinên Edeneyê der barê kampanyaya ‘Wê tecrîd wenda bike azadî bi ser keve’ de axivîn û gotin: “Em bi hebûna Rêberê xwe hene. Ji bo em ji bo wî tiştekî bikin amade ne. Em jin divê xwedî li vê kampanyayê derkevin.”
Kampanyaya ‘Wê tecrîd wenda bike azadî bi ser keve’ ya TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin bi lez û bez didome. Jinên Edeneyê diyar kirin ku wê heta dawî piştgiriyê bidin kampanyayê û gotin divê jin li dora kampanyayê bibin xelek û kampanyayê mezin bikin.
Hemşa Keyk diyar kir ku ew piştgiriyê dide kampanyayê û got: “Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Divê tecrîd bê rakirin. Divê em jin li dora Rêbertiyê bibin xelek. Em dixwazin aramî bê welat.”
‘Ji bo hemû gelên li welat dijîn girîng e’
Sebahat Meşe jî bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê wan pêk tê li ser gel pêk tê û ev tişt anî ziman: “Divê tecrîda 18 salan bi dawî be. Ev ne tenê gelê kurd hemû gelan eleqeder dike. Erdogan ji bilî kaosê tiştekî nake. Rêberê me di bin tecrîdê de tê girtin. Bila her kes bizane ku em dest ji rêbertiya xwe bernadin. Em heta dawî piştgiriyê didin kampanyayê.”
‘Divê em xwedî li rêberê xwe derkevin’
Jina bi navê Delal Demîrtaşê jî anî ziman ku ew azadiya Abdullah Ocalana dixwazin û divê demildest tecrîd bê şikandin. Delalê di dawiya axaftina xwe de got: “Birêz Ocalan ji bo aramî bê vî welatî gelek tişt kir. Lê niha kesên naxwazin aştî bê vî welatî bi tecrîdê bêdeng dike. Em jin ji bo azadiya Rêberê xwe amadene ku her tiştî bikin. Divê em jin xwedî li kampanyayê derkevin.”








