25'ê Mijdarê şikandina sînorên koletiyê ya li ser jinê ye

  • 09:08 21 Mijdar 2017
  • Rojane
Ruken Goman 
 
GIRKÊ LEGÊ - Jinên Ereb derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî de nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin: " Dê jin sînorên koletiyê bişkînin û bi kesayeta xwe ya rast, îradeya xwe ya azad bijîn."
 
Jinên Ereb ên navçeya Tilkoçer a girêdayî bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî de nêrînên xwe anîn ziman û bal kişandin ser şerê taybet ê ku li ser jinê tê meşandin.  
 
'Şoreşa Rojava bû sedema şikandina pergala koletiyê'
 
Jina  bi navê Semîra Remedan  tundiya ku bi hezar salan e li ser jinê tê meşandin şermezar kir û wiha got:" Bi hezar salane ku şerekî taybet li ser jinê tê meşandin. Ji bo jin ji armancên xwe dûr bikeve û li gorî kevneşopiyên civakê bimeşe û hişmendiya wê were guhertin ev tundiya ji mêj ve ye dewam dike. Lê Şoreşa Rojava bû sedema şikandina pergala koletiyê."
 
'Şoreşa Rojava gelek guhertin di kesayeta jinê de çêkir'
 
Semîrayê diyar kir ku jin xwedî îradeyek mezin e û wiha got:" Şoreşa Rojavayê Kurdisatanê gelek guhertinên erênî di kesayeta jinê de çêkir. Bi şoreşa Rojava re pergala koletiyê hat şikandin û di kesayeta felsefeya Rêber Apo de pêşketinek mezin çêbû."
 
'Jin xwedî vineke mezin û çandeke kevnar e'
 
Semîrayê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Jin xwedî hêzeke giranbiha ye. Her wiha jin xwedî vîneke mezin û çandeke kevnar e. Loma jinê dê bi hêza xwe ya hevpar pergala bi hezar salan a koletiyê bişikînin."
 
'Jinên Ereb di nava civakê de bi gelek zehmetiyan rû bi rû mane'
        
Jina bi navê Ebîr Alhemîd jî nêrînên xwe yên derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî wiha anî ziman:" Li hemû cîhanê gelek jin her roj bi tundiyên cur be cur rû bi rû dimînin. Di  nava civaka ereban de jî tim hatiye xwestin ku jin bê fetisandin û bi pêş nekeve. Lê belê bi Şoreşa Rojava  ev yek gelekî kêm bû."
 
'Jin li nirxên xwe xwedî derket'
 
Ebîrê bal kişand ser destkeftiyên Şoreşa Rojava û wiha dewam kir:" Piştî Şoreşa Rojava jin li nirxên xwe xwedî derketin û di hemû qadên civakî de rola xwe derxistin pêş."
 
'Bila hemû jinên cîhanê dest bidin hev' 
 
Di dawiyê de Ebîrê daxwaz kir ku hemû jinên cîhanê dest bidin hev û wiha got:" Bila hemû jin dest bidin hev û li dijî çanda baviksalarî serî netewînin. Dema ku em dest bidin hev em ê  25'ê Mijdarê bikin roja şikandina sînorên koletiyê  û bidawîkirina tundiya li ser jinê."