Mînaka têkoşîna efsane Îlham Omer

  • 09:05 21 Mijdar 2017
  • Rojane
QAMIŞLO - Îlham  Omer bi navê din, dayika Ciwan efsane û têkoşîna 29 salan e. Ji dema ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Sûriyeyê bû, Îlham Omer dest bi xebatê kir û heta niha bê navber xebata xwe bi fedakariyeke mezin dimeşîne. 
  
Îlham Omer ji sala 1987'an de dest bi kar û barê şoreşê kir, heta niha jî bê navber vî karê xwe didomîne. Îlham Omer di nav Şoreşa Rojava de ku weke Şoreşa Jinê tê binavkirin de jî, cihê xwe girt. Îlham Omer ji bo mafê jinê gelek xebat kir. 
 
'Armanca me ew bû ku em jinê ji zindana civaka bindest derxînin' 
 
Îlham Omer rêvebira Mala Jinê ya Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê nêrînên xwe wiha anî ziman: "Ji ber ku felsefeya Rêber Apo di dilê min de bû evînek loma ji destpêkê de di rêya fikir û felsefeya Rêber Apo de min rêbaza xwe ava kir. Min di sala 1987'an de fikrên Rêbertî nas kir. Min di sala 1990'î de bi awayekî çalak dest bi karê cepheyî kir û girêdana min bi hevala re çêbû. Yekemîn min hevala Bêrîvan nas kir, me li ser pirsgirêkên jinê nîqaş dikir. Ji ber ku di nava civakê de jin her tim bi tundiyê rû bi rû  diman loma  armanca me ew bû ku em jinê ji zindana civaka bindest derxînin. Dema ku min ev fikiran nas kir, min yekser dest bi kar kiribû." 
 
Bûk û xwesî, ji bo azadiya jinê bûn yek 
 
Îlhamê li ser destpêka karê xwe jî wiha dibêje: " Dema ku min dest bi kar kir, di heman demê de xwesiya min jî fikrên tevgera azad nas kiribû, min û xwesiya xwe bi hev re dest bi karê cephê kir. Di wê demê de karê me bi dizî bû. Ji bo ku em fikrên Serok Apo ji wan re ragihînin û rola xwe di civakê de bilîzin  em derbasî malan dibûn û me propaganda dikir. Me wekî jin ên xebatkarên cepheyê xwe gihaşt jinên ku di bin desthilatdariyê de dijîn û me bi rêya fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêbazeke dewlemend, hewl da ku pirsgirêkan çareser bikin."
 
 Lêgerîna Îlham Omer ya zarokatiyê 
 
Îlhamê li ser lêgerînên zarokatiya xwe jî wiha axivî: " Di dema ku ez 10 salî bûm kêfa min ji navê Kurdistanê re dihat û min dixwest ku ez dîroka Kurdistanê bixwînim. Di wê demê de ji ber tundî û desthilatdariya nîzama Baasê kesî newêribû ku bigota ez Kurd im. Ji ber vê yekê jî me pir zor û zehmetî didît. Heta ku em gihaştin vê astê me pir zehmetî kişand."
 
Ji bo nasîna mafê jinê xwendina pirtûka "Lîlît"
 
Îlhamê li ser lêgerîna xwe  wiha vegot: " Pirtûka Lîlît bala min pir dikişand. Ji ber ku ev pirtûk piranî li ser civaka bi rêxistinkirîbû û rola jinê di civakê de pênase dikir. Ji ber vê yekê  jî pir bala min  dikişand. Ji ber ku min du heval ji rejîmê xilas kir ez carekê hatim girtin. Lê çiqas hewldan ku ez bêjim lê min ji wan re negot ku min ew dîtine û bi vî awayi  rejîmê ez berdam."
 
'Min ji ber zewaca temenbiçûk pir zordarî kişand'
 
Îlhamê di axaftina xwe de bal kişand ser zor û zehmetiyên zewaca temenbiçûk û wiha berdewam kir: " Ji ber ku ez di temenekî biçûk de hatim zewicandin loma min di jiyana xwe de pir êş û zehmetî kişand. Ez di 15 saliya xwe de hatim zewicandin. Xwesiya min û hevserê min pir tade li min dikirin. Lê piştre dema ku xwesiya min  fikrên Tevgera Azadiya Gelê Kurd nas kir, pir alîkarî da min. Ji bo ku ez karê xwe bi serkeftî derbas bikim û hemû jinan ji wê zindanê derxînim pir alîkariya min kir."
 
Şoreşa Rojava û yekem sazî Mala Jinê 
 
Îlhamê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: " Di sala 2011'an de dema ku Şoreşa Rojava dest pê kir, yekemîn sazî ya Mala Jinê  ava bû. Di sala 2011'an de min cihê xwe di Mala Jinê de  girt. Mala Jinê ya yekemîn bû ku li Herêma Cizîrê hatibû vekirin. Piştî wê li herêma Efrîn û Herêma Kobanê jî malên jinê hatin vekirin. 
 
'Ji bo mafê hemû jinan em têdikoşin' 
 
Îlhamê, li ser rista Mala Jinê jî wiha vegot: " Em weke mala jinê, em ji bo mafê hemû jinan dixebitin. Ji bo jin ji zindanên desthilatdariyê bên derxistin, em bi hemû hêza  xwe û pêkhatiyên din têdikoşin." 
 
'Ji bo parastina jinê zagon hat avakirin'
 
Îlhamê di axaftina xwe de bal kişand ser zagonên ku jinê diparêzin û wiha berdewam kir:" Di sala 2014'an de me zagonên jinê derxist. Me li hemberî pergala desthilatdariyê berxwe da. Heta ku civakê rastiya jinê nas kir û ev qanûn qebûl kirin, me pir zehmetî kişand." 
 
'Ji bo tundiya li ser jinê bi dawî bibe em ê heta dawiyê têbikoşin'
 
Îlhamê di dawiya axaftina xwe de wiha got: " Ez tundiya li ser jinê şermezar dikim û  ji bo tundiya li ser jinê bi dawî bibe em ê heta dawiyê têbikoşin."