ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2017'AN

  • 09:00 21 Mijdar 2017
  • Rojev
*Berdevka Fermî ya Yekineyên Parastina Jinê Nesrîn Abdullah li hemberî tundiya li ser ax û welat û li ser jinê, rista parastina cewherî û rêbaza wê nirxand. 
 
*Îlham  Omer bi navê din, dayika Ciwan efsane û têkoşîna 29 salan e. Ji dema ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Sûriyeyê bû, Îlham Omer dest bi xebatê kir û heta niha bê navber xebata xwe bi fedakariyeke mezin dimeşîne. BI DÎMEN
 
*Cîgira Seroka Kongra Star Gulîxan Tahir têkildarî roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundeya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî nirxandin kir û got: " Jinê di şoreşa Rojava de li tevahî cîhanê deng veda, ev destkeftiyên ku bi saya Rêber Apo hatine bidestxistin em ê heta dawiyê xwedî li wan derkevin û asta têkoşînê bilind bikin."
 
*Jinên Ereb derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî de nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin: " Dê jin sînorên koletiyê bişkînin û bi kesayeta xwe ya rast, îradeya xwe ya azad bijîn." BI DÎMEN
 
*Her çiqas qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê bibin û îradeya gel bê xespkirin jî xebatên Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê didomin. Li her bajar û her navçeyê ku qeyûm hatiye tayînkirin, DBP civînan pêk tîne û nîşan dide ku rêveberiyên herêmî tenê di bin banê şaredariyê de nayên kirin.
 
*Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin ya Îzmîrê Sanem Denîz Kural der barê ku li Tirkiyeyê mehê carê ji 40 kesî zêdetir jin tên qetilkirin de nirxandin kir û wiha got: “Li Tirkiyeyê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Ser Jinan a Navneteweyî  nêz dibe û bang li jinan kir ku xwedî li têkoşîna ku şîdeta jinan diqedîne û avakirina Meclîsên Jinan a li her derê derkevin.” BI DÎMEN
 
*Jinên Edeneyê der barê kampanyaya ‘Wê tecrîd wenda bike azadî bi ser keve’ de axivîn û gotin: “Em bi hebûna Rêberê xwe hene. Ji bo em ji bo wî tiştekî bikin amade ne. Em jin divê xwedî li vê kampanyayê derkevin.”BI DÎMEN
 
*Mevlude Başdaş ya li girtîgeha Jinan a Îzmîrê girtiye, hat hînbûn ku nexweşe û dermanên wê nayên dayîn. Parêzer Ezgî Duman diyar kir ku gelek nexweşiyên Mevlîdeyê hene û divê bê tahliyekirin.
 
*Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Fatma Betul Sayan Kaya Rapora Butçe û Plana 2018’an a Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî aşkera kir. Di raporê de behsa faliyetên wezaretê yên ji sala 2002’an heta 2015’an hat kirin û hevşaredarên hatine girtin, saziyên hatine girtin ji nedîtî ve hatin. Di çarçoveya dirûşmeya ‘jina bihêz, malbata bihêz, civaka bihêz’ de dîsa jin di têgeha malbatê de hat hepiskirin.
 
*Malbatên ji bo hevdîtina vekirî çûn Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê, rastî gotina ‘hevdîtin hatiye betalkirin’ hatin û pêşniyara hevdîtina girtî ya 15 deqeyan hatin.
 
*Endama PM'a  HDP'ê  Perîhan Agaoglu der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya bi Tundiya li Ser Jinê re ya Navneteweyî de axivî û wiha got: “Heta 25’ê Mijdarê em ê bi rojeva daxwaza azadiya Birêz Ocalan li kolanan bin.  Zêdebûna tecrîdê bûye sedema zêdebûna tecrîda li ser jinê. Ji ber vê em ê jin  îsal bi dengekî bilind azadiyê biqîrin.