Encama Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol aşkera bû
- 16:54 20 Mijdar 2017
- Rojane
AMED - Egîtîm Sena Amedê bi armanca balê bikişîne ser kuştinên zarokan 7’emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol a vê salê li dar xist. Egîtîm Senê encama pêşbirkê ji raya giştî re aşkere kir.
Egîtîm Sena Amedê, bi minasebeta 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, 7’emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol a 12 salî ku di sala 2009’an de li Lîcê bi topa hewanê ya ji Tabûra leşkeriyê hat avêtin jiyana xwe ji dest da li dar xist û encama pêşbirkê ji raya giştî re aşkere kir. Gelek rêveberên Egîtîn Senê, beşdarî civîna Hêjmara 1 a Şaxa Egîtîm Sena Amedê bûn.
Sekretera Jinan a Hêjmara 1 a Egîtîm Sena Amedê Mîzgîn Yavuz di civînê de axivî û diyar kir ku mafê hemû zarokan ên jiyan, perwerde, tenduristî û parastinê heye, lê şer ev hemû maf ji zarokan girtine. Mizgîn, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Şerê li Rojhilata Navîn bandorek mezin li ser jin û zarokan dike û ev gehiştiye asta qirkirinê. Ji ber şer gelek zarok jiyana xwe ji dest didin, an jî neçarin ku koçber bibin.”
Mizgîn, da zanîn ku her diçe bêmafiyên li dijî zarokan zêdetir dibin û wiha got: “Mafê jiyanê yê herî bingehîn ji Ceylan Onkol girtin. Eynî mîna Enes, Abdullah, Ugur, Umut, Berkîn, Cemîle û Berat’an. Kujerên Ceylan hîna derneketine holê. Ev pêkanînên li dijî zarokan qet nayên qebûlkirin. Ji bo lêpirsîna bûyêrê dozgerê hat erkdarkirin neçû cihê bûyerê. Ji bo dozger û Qereqola Tapantepe lêpirsîn het vekirin. Em bang li desthilatdariya AKP’ê dikin ku dest ji polîtîkayên xwe yên şermê berde.”
Di pêşbirkê de ji xwendekarên Dibistana Seretayî ya Ataturkê ya Lîcê, Nîsa Demîrhan, Nazli Aytek, Avşîn Etyemez, ji Dibistana Seretayî ya Komarê ya Erxenî Elvan Tutal, Fatîh Yildiz û ji Dibistana Seretayî ya Aşagi Bîtîçî ya Erxeniyê jî Cuma Gîra hêjayî xelatê hatin dîtin.
Di çarçoveyê pêşbirkê de wêneyên ji bo Ceylan Onkol hatin xêz kirin, dê li avahiya Hêjmara 1’emîn a Şaxa Egîtîm Sena Amedê bên pêşandan.








