'Em ê pergala Îmraliyê û tundiya li ser jinê bişikînin'
- 16:38 20 Mijdar 2017
- Rojane
DIRBÊSIYÊ - Bi boneya roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî saziyên jinan li gundê Jinwarê daxuyaniyek çapemeniyê bi raya giştî re parve kir.
Bi boneya roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî li gundê Jinwarê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê ya herêma Cizîrê di bin dirûşma" Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" Rêxistina Kongra Star daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Bi tevlîbûna Rêveberiya Kongra Star a herêma Cizîrê, bi dehan endamên Kongira Star a bajarê Qamişloyê, Buroya Têkiliyên Diplomasî ya Kongra Star, Rêveberiya Xweser, Komîteya Jiniyolojiyê, hêzên YPJ/YPG'ê daxuyanî hat dayin. Tê zanîn ku îro kevirê yekemîn li gundê Jinwarê hat danîn. Daxuyanî ji hêla endama rêveberiya Kongra Star a herêma Cizîrê Welîde Botî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Di destpêkê de em salvegera danîna kevirê yekemîn a li Jinwarê pîroz dikin, ev jî encama keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Rewşa Abdullah Ocalan ne diyar e loma divê ku hemû jin li keda wî xwedî derkevin û ji bo azadiya wî û ji bo tundiya li ser jinê rabe tekoşîn bikin.
Daxuyanî bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Jin jiyana azadî", "Bijî serok Apo" bi dawî bû.








