Tendirustiya Fatma ya ku wesayita zirxî lêda ber bi başbûnê ve diçe
- 13:04 20 Mijdar 2017
- Rojane
MÊRDÎN - Fatma Nurettîn Dursun ya ku şevadin êvarê li Kerboranê di encama lêdana wesayita zirxî de birîndar bû hat aşkerakirin ku mil û piyekî wê şikestiyê lê tendirûstiya wê ber bi başbûnê ve diçe.
Li taxa Saray ya Kerborana Mêrdînê duh êvarê wesayita zirxî li jina bi navê Fatma Nurettîn Dursun dabû. Di encma vê lêdanê Fatma ya ku temenê wê nêzî 60'î ye hatibû birîndarkirin û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Midyatê .Fatma ya ku mil û piyekî wê hatiye şikandin hat diyarkirin ku tedirustiya wê ber bi başbûnê ve diçe.
Xizmên Fatmayê diyar kirin ku wê şopdarên bûyerê bin.








