Meclisa Jinan a HDP'ê û TJA: Em ê faşîzma dewleta baviksalar rawestînin

  • 15:23 20 Mijdar 2017
  • Rojane
STENBOL - TJA û  Meclisa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya ku wê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya bi Tundiya li Ser Jinê re ya Navneteweyî li dar bixwin aşkera kirin û wiha gotin: "Em ê li hemû qadên jiyanê li dijî êrîşên li ser jinan li ber xwe bidin û berxwedanê mezin bikin .Em ê faşîzma dewleta baviksalar rawestînin."
 
Tevger Jinên Azad (TJA) û Meclisa  Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya bi  Tundiya li Ser Jinê re ya Navneteweyî  li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civîna ku  Hevseroka Bajarê Stenbolê a HDP'ê Esengul Demîr, Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên  Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zindanan re, HDK û Înîsiyatîfa Çavderiya Koçberan tevli bûn de li salona ku civîn lê hat lidarxistin pankarta bi nivîsa "Em ê qirkirina jinan rawestînin, jiyanê azad bikin" hat daliqandin.
 
'Em ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin' 
 
Axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê Hevseoka Bajar a HDP'a Stenbolê Esengul Dêmîr ve hat kirin. Esengul diyar kir ku ew ê bi minasebata 25'ê Mijdarê gelek çalakî li dar bixin  û wiha got: "Em ê li malan bigerin, li bazarn belavokan belav bikin, panelan li dar bixin û stantan vekirin." Esengul a ku hemû jin vexwendin çalakiyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Bila di 25'ê Mijdarê de hemû jin dakevin qadan û li dijî pergala paşverû bibin yek." Esengul di dawiya axafitna xwe de wiha got: "Em bang li hemû jinan dikin ku tevli meşa wê ji Tunelê dest pê bike û heta ber Lîseya Galatasarayê berdewam bike bibin."
 
 Li ser navê TJA'yê jî Gulîstan Aydin axivî û ev tişt got: "Em ê berxwedana Rozayan Sarayan û Nudeman ku li dijî faşîzmê mezin kirin di 25'ê mijdarê de berdewam bikin. Em ê qirkirina jinan rawestînin  û ji yanê azad bikin."  
 
'Em ê li dijî tundiyê berxwedanê mezin bikin' 
 
Gulîstan bi bîrxist ku di meha cotmehê de 40 jin hain qetilkirin 32 zarok bi îstîsmarê re rûbirû hatin hiştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pergala serdest a mêr bi astengkirina berxwedana jinê armanc dike ku saziyên jinan belav bikin serdestiya xwe li ser jiyana jinê ava bikin û bi vê berxwedana civakî asteng bikin." Gulîstan destnîşan kir ku ewê li dijî her cureyê tundiyê parastina xwe ya rewa pêşve bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê li dijî êrîşên li ser jinan li hemû qadan berxwedanê mezin bikin û faşîzma dewleta baviksalar rawestînin."