TAJÊ ji bo tecrîdê û 25'ê Mijdarê civînek li dar xist
- 12:03 20 Mijdar 2017
- Rojane
Viyan Seîd/ Delîla Axîn
ŞENGAL - Ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê Ya Navneteweyî civîn ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hat lidarxistin. Civîn li qampa Tilizêr hat lidarxistin, di civînê de li ser navê rêveberiya TAJÊ Pelda Şengalî axivî.
Ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê Ya Navneteweyî civîn ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hat lidarxistin. Civîn li qampa Tilizêr hat lidarxistin, di civînê de li ser navê rêveberiya TAJÊ Pelda Şengalî axivî. Pelda Şengalî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dest bi axaftina xwe kir:" Ev 19 sal in Serokê me di nava zindanê de ye û ev demeke dirêj e ku em tu agahiyê jê nagirin. Her roj dewleta dagirker tecrîda li ser Rêberê me girantir dike. Pêwist e Jinên Êzidî xwedî li rêberê xwe derkevin. Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber Apo siberojê ronî dike loma tecrîda li ser wî jî girantir dibe".
'Rêberê me ji bo me xeta azadiyê ye'
Pelda Şengalî wiha berdewam kir: " Rêberê me ji bo me xeta azadiyê ye, loma pêwist e em li Rêberê xwe xwedî derkevin. Rêber Apo rêya azadiyê ji gelê bindest re ronî kir, her mirovekî bindest dikare xwe bi fikrê Rêber Apo bigihîne azadiyê. Ev şerê ku li Rojhilata Navîn tê meşandin, ji ber berjewendiyên desthilatdaran e û Rojhilata Navîn parçe dike û tecrîda li ser Rêber Apo girantir dibe. Ji ber ku fikrê Rêber Apo li pêşiya berjewendî û lîstokên wan asteng e loma li dijî tecrîdê bê deng dimînin. Fikir û felsafeya Rêber Apo ji bo me hebûn û îrade ye, fikrê Rêber Apo hebûn û nirxên civakê diparêze".
'Ji bo azadiyê pêwist e em li Rêberê xwe xwedî derkevin'
Pelda Şengalî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: " Ji bo civaka me karibe xwedî li xwe derbikeve , hebûna xwe biparêze û azad bijî pêwist e li Rêberê xwe xwedî derkevin. Her jinek û bi taybet jinên Êzidî pêwist e li serokê xwe xwedî derbikevin. Ji bo azadiyê pêwist e em li Rêberê xwe xwedî derkevin."
Her wiha li ser navê YJŞ'ê fermandara YJŞ'ê Berxwedan Tolhildan jî axivî. Berxwedan Tolhildan li ser 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî tundiya Li Hemberî Jinê Ya Navneteweyî nêrînên xwe anî ziman û wiha got: " Di roja me ya îro de pêwist e em jinên Êzidî li serokê xwe xwedî derkevin, ji ber ku di roja me ya îro de Rêberê me di bin tecrîdek giran de ye. Çawa serokê me di fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de gerîla bi hewara me ve şand û gelê me ji fermanê rizgar kir, pêwist e ku em jî li serokê xwe xwedî derkevin. Serok Apo li jinên Êzidî xwedî derket, ji bo wê pêwist e em jî li serokê xwe xwedî derkevin. Loma em ê her li ser piyan bin û em ê ji tecrîdê re bêjin na. Bi taybet em weke Civaka Êzidî pêwist e li hemberî vê tecrîdê bisekinin û xwedî li Rêberê xwe derkevin. Piştî fermanê, jinên Êzidî bi fikrê Rêber Apo xwe birêxistin kirin û hêza xwe ya leşkerşî ava kirin. Her jineke Êzidî dikare bi fikir û ramanê Rêber Apo xwe azad bike, li hemberî zilm û zordariyê bisekine û serî li hemberî desthilatdariyê rake".
'Tundiya li ser jinê, li ser hemû mirovatiyê ye'
Berxwedan Tolhildan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî û wiha got: " Tundiya li ser jinê li ser hemû mirovatiyê ye, loma di şexsê jinê de tevahî mirovahiyê binpê dikin. Her şerê ku çêdibe jin hedef tê girtin. Di dema fermanê de herî zêde yê ku rastî zilim û neheqiyê hatin jin bûn, yê hatî firotin jin bûn. Tundiya li ser jinê bandora xwe li ser civakê jî dike. Rêber Apo dibêje 'Heger rojakê ez ji vê zindanê derkevim beriya her tiştî ez ê werim serê Çiyayê Şengalê û hesab ji wî kesê ku ev tişt anî serê jinên Êzidî bipirsim û tola jinên Êzidî hilînim".
'Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe heta dawiyê têbikoşin'
Berxwedan Tolhildan wiha dawî li gotinê xwe anî: " Em jinên Êzidî ji bo parastina xwe û şikandina tundiya li ser xwe mecbûrin ku perwerde bibin. Em ê wekî jinên Êzidî heta dawî ji bo azadiya Rêberê xwe her tim di nava tekoşînê de bin. Eger em li Rêberê xwe xwedî derkevin, em dikarin li xwe jî xwedî derkevin".








