Rêxistina Sara ji şêniyên Kantona Şehbayê re semîner li dar xist.
- 09:34 20 Mijdar 2017
- Rojane
EFRÎN - Têkildarî çalakiyên ji bo Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî, Rêxistina Sara semînerek li navçeyê Ehrezê ya girêdayî Kantona Şehbayê li dar xist.
Di semînerê de EndamênYekîtiya Jina Azad, Endamên Tevgera Ciwanên Rojava û şêniyên Kantona Şehbayê beşdar bûn.
Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û ji aliyê Rêveberiya Rêxistina Sara Gulisten Arif ve hat dayîn.
Rêveberiya Rêxistina Sara Gulisten Arif û Raniya Cefer şîdet û cureyên wê şîrove kirin.
Di berdewamiya semînerê de hat diyar kirin ku tundiya li ser jinê sînora mafê mirovahiyê qut dike. Her wiha hemû cureyên şîdetê hatin şîrovekirin û hat payin ku wê ji niha û pê ve jî semînerê ji bo zanekirina jinê werin dayin.
Semîner bi nîqaşên bi baldarî û lêpirsînkirina şêwazên şîdetê bi dawî bû.








