‘Jinên serî nateweînin’ xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin: Jinên anarşîst (6)

  • 09:30 20 Mijdar 2017
  • Rojane
STENBOL - Ji jinên Anarşîst Ozlem Aykun Erdogan diyar kir ku bi dirûşma ‘başe ku jin heye’ wê di 25’ê Midjarê de li qadan bin û  wiha pê de çû: “Ji bo piştevaniya jinê mezin bibe, ji bo em dengê xwe bilind bikin, ji bo em qadên azadiya xwe mezin bikin em ê bên cem hev.”
 
Ji bo meşa mezin a di 25’ê Mijdarê de pêk tê xebat bê navber li her bajarî berdewam dikin. Ji Jinên Anarşîst  Ozlem Aykun Erdoganê jî  amadekariyên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê vegot.
 
‘Di destê me de berxwedêriya me heye’
 
Ozlemê daxuyakirin ku polîtîkaya çewisandin û tirsê ya desthilatdariyê li ser her jinan tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekê di hemû desthilatdariyan de heye  polîtîkaya muhafazakariya civakê li ser jinan tê meşandin. Wek mînak jî rayeya birîna mehrê ya ji bo meleyan hatiye dayîn. Dîsa di pêvajoyeke ku kuştinên jinan zêde bûne de tê derbaskirin.  Ji ber vê sedemê em ê bi berxwedêriya xwe bikevin 25’ê Mijdarê.”
 
‘Em dixwazin jiyana xwe bijîn’
 
Ozlemê destnîşan kir ku wê bi dirûşmeya ‘başe ti heye jin’ di 25’ê Mijdarê de li kolanan bin û got: “Ji roja em tên dinê dixwazin em li gorî rêbazên baviksalariyê bijîn.  Di zarokatiya me de rêbazên ken, sekn, runiştin û axaftinê nîşanê me didin. Her ku mirov mezin dibin ev rêbaz jî didomin.  dema mirov li gorî van rêbazan tevnegerin mirovan didin şermê, heqeret li mirovan tê kirin.Ji ber em jinin em van bê edeletiyan dijîn.Em dixwazin jiyana xwe bijîn.
 
Ozlemê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku li Taksîmê di 25’ê Mijdarê de bila bêjin ‘başe em henin.’