Jinên ji girtîgeha Elezîzê tahliye bûne vedibêjin…

  • 09:26 20 Mijdar 2017
  • Rojane
DÊRSÎM - Gultaze Yeseler a ji girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê tahliye bûye wiha got: “ Em wek dîl girtiyan bûn. Ev sê meh in hevalên me ji mafên xwe yên hevdîtin û telefonê bêpar mane.”
 
Gultaze Yeleser a 60 salî beriya referandûma 16’ê Nîsana 2017’an de li Dêrsîmê di encama îfadeyên şahidên veşarî de hatibû girtin. Gultaze Yeleser û Hasret Îlîk  şandibûn girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê. Gultaze û Hasretê şer û mercên li girtîgehê vegotin. Hasretê da xuyakirin ku li girtîgehê di statuya dîlgirtiyê de bûne û pêkanîna yek tîp cil û berg û jiyana leşkerî li wan ferz kiriye.
 
‘Min heta sibehê got ez ê bimrim’
 
Gultaze ya li gundê Hanuşagi ya Pilûrê rûdine, di 3’ê Nîsanê de bi ser mala wê de hat girtin û binçavkirin. Gultazeyê wiha got: “ Ez roja hatim binçavkirin 12 saetan di hucreyê de mam. Av nedan me. Min heta sibehê got ez ê bimrim. Min digot ez ê ji vê zindanê dernekevim. Piştre li dadgehê hatim girtin. Ez tenê dizanim min li wir çi jiya. Min bi dehan carî xwest ez biçim nexweşxaneyê. Lê min encamek negirt.”
 
‘Dixwazin veguherin kampa dîlgirtiyan’
 
Gultazeyê destnîşan kir ku bi pêkanîna yek tîp cil û bergan dixwazin girtîgehê veguherin kampa dîlgirtiyan û li koxuşek 25-30 kesî eşofmanên bi kulîk qedexe dikirin û bi ser koxuşan de digirin. Gultazeyê wiha berdewam kir: “ Alavên me bi zorê digirin. Pir germ dibû. Yên pîr nedikaribûn zêde berxwe bidin. Li qada tuwaletê kamera bicih kirin.  Yên nimêj dikirin hebûn. Li pêş kamerayê nerehet dibûn. Gardiyanan her tim em dişopandin. Hevalan kamera şikandin 10 rojan cezayê hucreyê girtin. Piştre nasnameyên me girtin. Nasnameyê girtîgehê dan me.  Nameyên me jî nedidan me.”