Jinên Amedê:Ji bo tecrîd rabibe em ê derkevin qadan

  • 09:18 20 Mijdar 2017
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Jinên Amedê bertek nîşani tecrîta ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin dan û gotin ku  ji bo ev şer bisekine û zextên li ser girtiyan rabin divê pêşî tecrîta li ser Abdullah Ocalan rabe.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku roj diçe girantir dibe û bi tu awayî destur nayê danîn ku hevdîtin pêk bên. Bi girankirina tecrîtê re şer,zext û zordarî jî li Tirkiye û Kurdistanê zêyde bûn. Jinên Amedê bertek nîşani şer û pêvçûyînên ku li girtîgehan û derve diqewimın dan û gotin ku ji bo ev şer bisekine û zextên li ser girtiyan rabibın divê pêşî tecrita li ser Abdullah Ocalan rabibe.
 
Jina bi navê Helîme Ozdogan bertek nîşanê tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan  tê kirin da û got ku dixwaze di demeke nêz de ev tecrît ji ser Abdullah Ocalan rabibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku bi girankirina tecrîdê re şer, zext û zordarî jî li Tirkiyê zêyde bûn. Ji bo ku ev şer bê sekinandin divê di serî de tecrîta li ser Serok rabibe. Hetanê tecrîd ranebe wê rewşa Tirkiye û Kurdistanê baş nebe. Her wiha Erdogan ji aliyekî ve jî fesadiyê dike. Zarokên Erdogan di girtîgehan de tune ne.  Lewra jî ev tiştên ku tên serê me û zarokên me nexema wî ye. Em dixwazin cihan xweşik bibe û wekhevi di navbera me de çêbibe. Ji bo ku cihan jî xweşik bibe divê di serî de tecrît bê rakirin. Pirsgirêkên Tirkiye û Kurdistanê bi tenê Serok Apo dikare çareser bike.”
 
‘Hetanê em  hebin em ê li ser piyan bin û lı ber xwe bidin’
 
Jina bi navê Songul Atak jî anî ziman ku bila dawî li van zext û zordariyan bö  û azadî çêbibe û wiha pê de çû: “Azadiya me dı destê Serok de ye. Ger tecrîda li ser Serok rabibe wê demê em ê jî bigihîjin azadiya xwe. Ji bo tecrîta li ser Serok bişkê divê hemû gelê kurd rabibe ser piyan û netirse. Divê em kurd bi ser kevin. Ger ku em bitirsin em nikarin bi ser kevin. Ev bi salan e li ser me kurdan zilm tê kirin û ev zilm tu carî neyê qebûl kirin. Hetanê em  hebin em ê li ser piyan bin û lı ber xwe bidin.”
 
‘Em ê nebin bindestê tu kesekî!’
 
Jina bi navê Methiye Çakmak  jî got hetanê tecrîta li ser Abdullah Ocalan ranebe tu kes azad nabe. Ji bo ku Abdullah Ocalan azad bibe, zext û zordariyên li ser girtiyan rabibin em ê derkevin qadan û têbikoşin û ev tişt got: “Me hetanê niha jı tu kesî re serê xwe netewand û em ê netewînin. Lê belê kesên Mît, Ajan û Cerdevan serê xwe ditewînin û hemû jî bindestin. Em ê nebin bindestê tu kesekî! Azadiya Serok, azadiya gelê kude.”
 
‘Ev jî ser bibe serkeftina gelê me yê kurd’
 
Herê dawî jina bi navê Berîvan Artîş jî bi lêv kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ser piyan e. Lewra jî berxwe didin  û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê tu carî li dijî zext û zordariyan serê xwe li ber dûjmin netewînin. Ger tecrîta li ser Serok rabibe wê demê zextên li ser girtiyan jî wê rabibin. Lewra jî îro ji bo Serok  û zarokên me çi bikeve ser milên me, em ê bikin. Em ê ji bo azadiya Serok û ji bo dawî li zext û zordariyan were em ê derkevin qadan û tim lı qadan bin. Azadiya Serok azadiya me ye.”