'Perwerde bingeha avakirina jina azad û civaka azad e'
- 09:06 20 Mijdar 2017
- Rojane
Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Jinên ku tevlî 1'emîn Konferansa Perwerdeya Jinê ya li ser Bakurê Sûriyeyê hat lidarixistin bûn, nerînên xwe yên li ser rola jinê di qada perwerdeyê de anîn ziman.
Konferansa Perwerdeya Jinê ku dirûşma"Perwerde çalakiya xwe ji nû ve avakirinê ye" hat lidarxisitn bi dawî bû. Jinên ku ji bakurê Sûriyê tevlî konferansê bûn kêfxweşiya xwe bi lidarxistina vê konferansê anîn ziman û li ser rola jinê a li qada perwerdeyê nirxandin kirin.
Mamosteya Jineolojiyê ya ji Kantona Kobanê Rodîn Mihyedîn lidarxistina 1'emîn Konferansa Perwerdeya Jinê a li ser Bakurê Sûriyê di serî de li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelê Bakurê Sûriyê pîroz kir û wiha got:"Lidarxistina Konferanseke wiha bi nirx û girîng di meheke weke meha Mijdarê ku bi roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundya li Ser Jinê ya Navneteweyî û bi roja vejînê ya 27'ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK'ê tê naskirin, cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye."
Rola jinê di civakê de û çi dide avakirin
Mamoste Rodîn diyar kir ku jina bi xwezayê re bûye yek û derdorê dixemilîne di warê perwerdeyê de jî eynî xeml daye derdora xwe û wiha berdewam kir: "Jina ku bibû avakera civaka Neolotîk, ji xwezayê fêrî gelek tiştan bûye û derdora xwe fêr dikir. Îro di warê perwerdehiyê de jî pêşengtiyê dike û vî barê ji fêrbûyîna derdorê hildigire ser milên xwe. Jin xwedî roleke pir giring e di nava civakê de û jin dayik e, xwîşk e, mamoste û xebatkara ku di hemû saziyan de cihê xwe digire ye. Ev jî tê wateya ku eger jin nebe wê civakbûyîn jî nebe. Jixwe bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ku Sûriyeyê jî di nav xwe de dihewîne, jinê di warên siyasî, leşkerî, aborî, çand, huner û perwerdeyê de gavên mezin avêtine û destkeftiyên mezin bidest xistine. Dîrok jî îsbat dike ku şoreşên jin tê de li paş diman bi bin diketin, lê di şoreşa me de jin bû sedem ku em bi ser bikevin. Ji ber ku jinê pêşengtî ji vê şoreşê re kir."
Rodînê herî dawî wiha behsa giringiya Jineolojiyê kir: "Jineolojiya ku bi fikir û felesefeya Rêber Apo hatiye naskirin, hiştiye ku jin hîn bêhtir xwe bi hêz bike, xwe îfade bike, cihê xwe di civakê de bigire û rola xwe bilîze. Wê Jineolojî bibe bingehek pir giring û bi hêz ji tevahî jinan re ku hîn bêhtir xwe pêşve bibin. Em bi hêvîne ku ev Konferans bibe gaveke bi hêz a avakirina pergaleke nû ji hemû jinan re û taybet ên qada perwerdeyê."
'Perwerde ji bo pêşketina jinê girîng e'
Her wiha Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma jî wiha behsa giringiya perwerdeyê kir: "Perwerde mafekî pir giringe ji bo pêşketina jinê ye. Dema ku jin were perwerdekirin dikare di civakê de bingeheke saxlem û baş ava bike. Bi perwerdeyê wê jin bikaribe civakeke azad û demokratîk ava bike. Têkoşîna ku îro tê meşandin da ku jin bibe pêşenga civaka azad di roja me ya îro de tiştekî nû ye. Hêviya me ew e ku ev fikir û têkoşîn hîn bêhtir di nav jinên perwerdeya xweser ên bakurê Sûriyê de were belavkirin. Ji ber ku bi pêşketina jinan wê tevahî civak pêş bikeve. Di vê konferansê de em hêvî dikin ku encamên baş û giring werin derxistin û ji bo jinên di qada perwerdeyê de bibe bingeha gavên serkeftinê."
' Perwerde wekî parastinê giring e'
Endama Rêveberiya Jinê ya bajarê Tebqa û Reqayê jî têkildarî 1'emîn Konferansa Perwredeya Jinê a Bakurê Sûriyê de wiha got: "Lidarxistina Konferansa Perwerdeya Jinê li ser Bakurê Sûriyê di demeke wiha de gaveke dîrokî ye. Ji ber ku perwerde wekî parastinê giring e."
Jîndayê di dewama axaftina xwe de bal kişans ser nîqaşên ku di hundirê Konferansê de hatin kirin û wiha got: "Xebatên perwerdeyê yên jin ku di van şeş salên dawiyê de di hundirê Bakurê Sûriyê de hatine meşandin wekî rapor hatin nivîsîn û nirxandin li ser hatin kirin. Di roja duyemîn a konferansê de karê KPCD'jin û karê zanîngeha Rojava hatin diyarkirin, li ser karên wan nirxandin hat kirin û gelek pêşinyar hatin kirin. Pergala me ya nû hemû tişt guhertin û gavên nû di milê perwerdeyê tên avêtin."
Jîndayê herî dawiyê 1'emîn Konferansa Perwredeya Jinê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir.








