Jinan li Amedê bernameya xwe ya 25'ê mihdarê aşkera kirin
- 16:25 19 Mijdar 2017
- Rojane
AMED – Jinên endamên Platforma Demokrasî û Kedê diyar kirin ku dê ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê dakevin qadan û bê navber çalakiyan li dar bixin.
Jinên endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya ji saziyên KESK, DÎSK, TMMOB, Odeya Bijîşkan a Amedê û Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) pêk tê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî civîna çapemeniyê li dar xistin û rêzeçalakiyên ku dê hata 25'ê Mijdarê li dar bixin bi raya giştî re parve kirin.
Civîn li SES’a Amedê pêk hat. Berdevka Demê ya Meclîsa Jinan a KESK’ê Rozerîn Çatak daxuyaniya hevpar xwend û got: “Ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê li pey xeyalên xwe em her tim di çalakiyê de ne. Vê rejîma faşîst û zayendparêz herî zêde bi rêxistinbûna jinan, çalakiyên bêanvber û têkoşîna biryardayî dikare bê belavkirin. Me wek jinan biryar da ku ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê bênavber em ê xeta çalakiyê bidin destpêkirin.”
Rojzerîn destnîşan kir ku dirûşma bingehîn a çalakiyên wan “Bikve pey” e û ew ê bikevin pey azadî, maf, wekhevî û xeyalên xwe û dê têkoşîna mezintir bikin.
Rojzerîn bernameya çalakiyên heta 25’ê Mijdarê wiha aşkere kir:
* “Em ê bi jinên kedkar re bên gel hev û tundiya dewlet û zilaman teşhîr bikin. Em ê li seranserî hefteyekê li ber kargehan û xwaringehan stantan vekin û belavokên 25’ê Mijdarê belav bikin.
Seranserî hefteyekê em ê li kargehên xwe tundiya li dijî jinê teşhîr bikin.
* Roja 21’ê mijdarê li ber miftîtiyê kom bibin û li dijî “Qanûna bêhikum a miftîtiyê” daxuyaniyê bidin.
* Di 22’ê mijdarê de em ê di serî de ji Nuriye Gulmen re û ji hemû jinên nexweş ên girtî kartan bişînin û li ber postaxaneyê daxuyaniyê bidin.
* Di çarçoveya kapmanya KESK, DÎSK, TTB Û TMMOB ya li dijî OHAL’ê de panelan li dar bixin.
* Roja 25’ê Mijdarê em ê li hemû bajaran bi hemû pêkhatiyên jinan re li qadan bin û li dijî tundiyê rawestin."








