‘Rizgariya gelan girêdayê Abdullah Ocalan e’
- 09:26 19 Mijdar 2017
- Rojane
AMED-Hevşaredara Balpinarê ya Êlihê Gulîstan Erdînç ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, got divê şert û mercên azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bên başkirin û wiha pê de çû: “Her kes dizane ku rizgariya jinan û gelan girêdayê azadiya Abdullah Ocalane.”
Çalakiyên li dijî tecrîdê li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê didomin. Hevşaredara Balpinarê ya Êlihê Gulîstan Erdînç ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin bertek nîşanê tecrîdê da û bi lêv kir ku mifteya aramî û aştiyê Abdullah Ocalane.
‘Ji bo bertiyê ya esas jin û jiyane’
Gulîstanê anî ziman ku Abdullah Ocalan xeta sor ya gelê Kurde û der barê nûçeyên der barê jiyana Abdullah Ocalan de mirovan tatmîn nake û got: “Siyaseta Rojhilata Navîn xitimiye. Li cihên gelê Kurd dijî, paradîgmaya Abdullah Ocalan esas tê girtin.”
‘Divê em jin li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin’
Gulîstanê ev tişt bi lêv kir: “Em dikarin bêjin ku paradîgmaya Rêbertiyê ji bo mirovahiyê bûye ‘ji nûve vejîn’. Yên li ser Rojhilata Navîn hesabên qirêj dimeşînin, dixwazin pergala xwe ava bikin. Ji bo rêbertiyê jin û jiyan esase. Dixwazin vê ji holê rabikin. Em jin divê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Mîmarê netewaya demokratî Rêbertiya me ye. rizgariya gelan û jinan girêdayê azadiya Abdullah ocalane. Emê ji bo Rêbertiya xwe têbikoşin. Tecrîda li ser Rêbertiyê tecrîda li ser jinê ye.








