‘Jinên serî natewînin’ ji bo 25’ê Mijdarê xwe amade dikin: Jinên Mala Gel (6)
- 09:18 19 Mijdar 2017
- Rojane
Zulal Koçer
STENBOL- Ji jinên Mala Gel Ruya Kurtuluş daxuyakirin ku divê li dijî şîdeta dewleta baviksalar têkoşînek topyekun bê hunandin û got di 25’ê Mijdarê de bi gotina ‘Em dest ji têkoşîn û mafên xwe bernadin’ xwe amade dikin.
Ji bo meşa mezin ya 25’ê Mijdarê hefteyek ma. Rêxistinên jinan jî bo daxwaz û gotinên xwe bînin ziman û bi awayekî xurt derkevin qadan xebatên xwe bi lez û bez berdewam dikin. Ji Jinên Mala Gel Ruya Kurtuluş li ser amadekariyên 25’ê Mihdarê û sala îsal em tê de ne di alî jinan de nirxand.
‘Em dest ji maf û têkoşîna xwe bernadin’
Ruyayê destnîşan kir ku wek jinan di rêxistinên cuda de cih bigirin jî dema tên cem hev heman tiştî diaxivin û wiha pê de çû: “Ji ber îro polîtîkayên jinan polîtîkayên ku şîdeta jinan gûr dikene. Biryarên darazê, gotinên Tayîp Erdogan û qanûnên derxistine şîdetê gûr dikin.Li dijî vê tabloyê divê têkoşînek topyekun bê meşandin û îsal em bi gotina ‘em dest ji têkoşîn û mafên xwe bernadin’ xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin.”
‘Divê polîtîkayên jinan yên desthilatdariyê biguherin’
Ruyayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Merciyeke ku daxwazên jinan dikare bê pêşkêşkirin tine. Daxwaza me ya sereke der barê polîtîkayên jian de ne. Ji bo jin jiyanek bê şîdet bimeşîne divê polîtîkayên jinan yên desthilatdariyê bê guhertin.”
‘Ji bo jiyanek bê şîdet’
Ruyayê balkişand ser astengkirina destberdanan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser vê raporan amade dikin.Mêran bi nafakayê mexdur dikin û sererastkirinên qanûnî çêdikin. Gelek jin dema dixwazin hevjînan berdin tên qetilkirin. Ji ber vê jî ji bo em jiyanek bê şîdet bimeşînin divê em polîtîkayên jinan yên desthilatdariyê biguherin.”
‘Qanûna miftitiyê di şert û mercê OHAL’ê de derket pêş’
Ruyayê di berdewamiyê de balkişand ser bandora OHAL’ê ya li ser jiyana jinan û wiha daxuyand: “Herî dawî qanûna miftitiyê jî di bin şert û mercên OHAL’ê de derketin holê. Ji 100’î zêdetir rêxistinên jinan li dijî vê qanûnê derketin. Li meclîsê yek parlamenterek jin ev qanûn neparast. Jinan bi rojan li kolanan çalakî pêk anîn. Lê serokomar got ‘hun bixwazin jî nexwazin jî wê ev qanûn derbas bibe. Her wiha di OHAL’ê de kuştinên jinan jî zêde bûn. Gelek komeleyên jinan hatin girtin. Mafên jinan hatin xespkirin. Di gelek alî de jinan dikin bin zextan. Serdestiya mêr her diçe çav sor dibe. Jinên Mala Gel jî ji bo 25’ê Mijdarê xwe amade dikin. Em jinên Mala Gel bi dirûşmeya ‘Hun nekarin bi ço, mele û hevjîn bi rêve bibin, serî tewandin tine jin hene’ wê dakevin kolanan. Em di 25’ê Mijdarê de wê li Taksîmê bin. Ez bang li hemû jinan dikim ku xebatên ku têkoşînê xurt dikin bimeşînin û xwedî li jiyana xwe derkevin.”
SIBÊ: Jinên serî natewînin ji bo 25’ê Mijdarê xwe amade dikin:Jinên anarşîst (6)








