Şoreşa jinê şikandina pergala mêr û têkbirina tundiya civakî ye!

  • 09:06 19 Mijdar 2017
  • Rojane
Rûken Goman
 
GIRKÊLEGÊ - Di şîrovekirina  mijara  tundiya cîvakî de şêwirmenda derûniyê Nazê Elawî diyar kir ku divê jin li hember tundiya civakî têbikoşe  û rola xwe di civakê de mayinde bike û wiha got:" Şoreşa jinê şikandina pergala desthilatdariya mêr e."
 
Bi hezar salane ku jin di bi tundiyê rû bi rû dimînin. Jin di civakê de her wek amûrekê hatiye bi kar anîn. Derbarê tundiya li ser jinê de şêwirmenda derûniyê ya Navenda Amara ya Rêxistina Parastina Jinê nêrînên xwe wiha anî ziman. 
 
Tundiya civakî azadiya jinê diçewisîne û dike tengasiyê! 
 
Nazê Elawî derbarê tundiya li ser jinê wiha got: " Tundiya civakî hem  li ser mêr hem jî li ser jinê tê meşandin. Lê wekî tê pênasekirin bêhtir li ser jinê tê meşandin. Ev jî bixwe re pirsgirêkên civakî derdixe holê."
 
Bingeha tundiyê yek jê adetên civakî ye!   
 
Nazê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşankir  ku bingeha tundiyê mêr û  adetên civakî ye û wiha got: "Her wiha dewlet bi zagonên mêr jinê diçewisîne. Di vir de jî rengê jinê tê windakirin. Çîqasî ku mêr bi kêmasiya kesayeta xwe dihese ewqas jî tundiyê li ser jinê dike. Ev jî meseleyeke derûnî ye."
 
 'Jin neçare ku mafê xwe biparêze' 
 
Nazê, bal kişand  ser zewaca bi temenê biçûk û sedemên wê yên neyînî ku yek ji tundiya civakî ye wiha vegot: "Jin di temenê biçûk de tê zewicandin ku biryarên derbarê jiyana xwe de nikaribe bide. Ev yek jî dibe sedem ku hişmendiya jinê ya zarokatî temam nebe û jiyana wê seqet bimîne. Ev yek jî, dibe sedem ku tundiya li ser jinê zêde bibe. Divê  em li hember civaka desthilatdar tekoşîneke mezin bikin da ku em bikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji bo ku jin xwe nas bike û mafê xwe nas bike, çi ji destên me were em ê bikin."  
 
Şoreşa jinê şikandina pergala desthilatdariya mêr e!   
 
Nazê  wiha axaftina xwe domand: " Îro li Rojavayê Kurdistanê şoreş bi navê jinê hat çêkirin. Di hundirê wê de jî sîstema wekheviyê hate rûniştandin. Divê ku jin li Rojava bi her awayî xwe zane bike û li mafê xwe xwedî derbikeve."  
 
Tundî bandorê li zarokan jî dike!
 
Nazêyê mînakên tundiya civakî dabeş kirin û wiha vegot:" Civak bi şahidiya gelek mînakên tundiya  li ser jinê kiriye. Yek ji wan mînakan jî min bixwe dît, mêrekî zewaca duda kiribû û zarokên hevjîna xwe jê stendibû. Van bûyeranê bi vî rengî dibe sedema şikandina jinê.
 
'Jin êşa jinê hîs dike' 
 
Di dawiyê de Nazê bang li tevahî jinên ku heta a niha li hember tundiyê civakî bê deng  mane û diyar kir ku gerek jin li dijî tundiyê bê deng nebinin û mafên xwe biparêzin.