Divê îradeya Gelê Kurd azad bibe
- 09:02 19 Mijdar 2017
- Rojane
Sorgul Şêxo
TILTEMIR - Hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demokratîk Xelat Hisên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: " Divê îradeya Gelê Kurdan Abdullah Ocalan azad bibe."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 19 sal in ku dîl hatiye girtin û ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta a niha dewleta tirk nahêle ku hevdîtin pê re bê kirin. Derbarê xeteriya jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demokratîk Xelat Hisên diyar kir ku divê bi Abdullah Ocalan re demildest hevdîtin çê bibe û wiha got:" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salane ku ji bo azadiya Gelê Kurd têdikoşe. Dibe ku di hundir de be lê ew bi fikir û ramanên xwe bi me re ye."
'Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çirûska xelaskirina bindestiyê ye'
Xelatê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha dewam kir:" Xwesteka komplogeran ew bû ku vîn, îrade û hêza Gelê Kurd bişkîne. Lê ev yek nebû û hîn bêhtir di her çar parçeyên Kurdistanê de fikir û ramanên Rêber Apo belav bû. Çimkî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çirûska xelaskirina bindestiyê ye."
'Em ê her asta têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Brêz Ocalan bilind bikin'
Xelatê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Çawa ku Serok Apo ji bo azadiya jinê rabû û têkoşîn kir, em ê jî ji bo azadiya wî têbikoşin. Em jî soza berdewamkirin û bilindkirina asta têkoşînê didin û heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ser piya bin. Em ê her asta têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Brêz Ocalan bilind bikin."








