Li Girkê Legê ji bo erdhejê konê alîkariyê hat veda
- 16:41 18 Mijdar 2017
- Rojane
GIRKÊ LEGÊ - Di encama Erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rûda de Heyva Sor a Kurd konê komkirina alîkariyê veda.
Erdheja ku li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rûda bû sedem ku gelek kes mexdûr bibin. Li Girkê Legê ya herêma Dêrikê bi armanca piştgiriya gelê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê Heyva Sor a Kurd konê alîkariyê veda.
'Êşa Gelê Kurd yek e'
Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Navçeya Girkê Legê Cemîla Temê wiha got:" Îro gelê me yê Başûr û Rojhilat rojên bi êş dijîn. Wekî Heyva Sor a Kurd me dest bi komkirina alîkariyan kir. Em hêvî dikin ku hinek be jî êşa gelê me kêm bibe. Em bang li tevahî gelê xwe dikin ku bi me re alîkar bin û em brîna xwe bi hev re girê bidin.








