'Hilweşandina pergala Îmraliyê, hilweşandina tundiya li ser jinê ye'
- 16:38 18 Mijdar 2017
- Rojane
EFRÎN - Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPCD semîner li kantona Efrînê û li tevahî navçeyên wê li dar xist.
Di bin drûşma "Hilweşandina pergala Îmraliyê, hilweşandina tundiya li ser jinê ye" Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPCD ya kantona Efrînê semîner li dar xist.
Semînera ku li herêma Efrînê û navçeya Cindirêsê hat li darxistin bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Pişt re bûyer û dîroka roja tundiya li dijî jinê bi sînevîzyonê hat pêşkêşkirin.
Semîner li kantona Efrînê û li tevahî navçeyên wê ji aliyê rêvebirên KPCD'ê hat dayîn.
Di semînerê de sedemên tundiyê û hemû bandorên wê hat vegotin, her wiha cureyê tundiyê û bikaranîna wê hat şîrove kirin.
Di berdewamiya semînerê de hejmar û agahiyên giştî yên tundiya li ser jinê yên li cîhanê hat gotin:
-Li Amerîkayê ji 90 saniyeyê carekê jinek bi tecawizê rû bi rû dimîne.
-Ji sedî 96 jin dema têkiliyên cinsî pêk nînin rastî lêdanê tên.
-Zêdetirî 700 milyon jin di temenê biçûk de tên zewicandin.
-Zêdetirî 32 milyon jin hatine sûnetkirin.
Semîner bi nîqaşên mamosteyan bi dawî bû.








