Dayikên Şemiyê 660 caran aqubeta xizmên xwe pirsîn
- 16:37 18 Mijdar 2017
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê cara 660’an li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê pêk anîn û aqubeta Hayrettin Eren pirsîn. Xweşka Hayrettin Eren axivî û got:” Li vî welatî dayikên ku dilê wan dişewite li qadan êrîş li wan tê kirin loma ne pêkan e ku em qala maf, hiqûk û edaletê bikin.”
Dayikên Şemiyê bi dirûşma, “Kiryar diyar in ên windayî li ku derê ne” cara 660’an li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Li çalakiya ku qernefîlên sor û wêneyên windayan hat hilgirtin aqubeta Hayrettin Eren ê ku 37 sal berê li Saraçhaneya Stenbolê hat binçavkirin hat pirsîn.
‘Sedema bêhna me hestiyên xizmên me yên windayî ne’
Xwişka Hayrettin Eren Îkbal Eren axivî û wiha got:” Em her hefte li cihê ku peyv lê qediyayî ne. Birayê min Hayrettin ji bo mirov wekî mirovan bijî têdikoşiya. Ji ber ku têdikoşiya di 26 saliya xwe de li Muduriyeta Emniyetê ya Gayrettepeyê hat binçavkirin û hat windakirin.”
Îkbalê wiha dewam kir:” Ev 37 sal in ku beyî birayê xwe ez hilmê distînim. Ev hilma ku em distînin ji bo dîtina xizmên me yên windayî ne.”
’37 sal in encam nehat girtin’
Daxwiyaniya vê hefteyê Setenay Yazici xwend. Setenay diyar kir ku ev 660 hefte ne ku li Qada Galatasarayê ne û wiha got:” Çimkî li vî welatî darazeke wekhev tuneye ku aqubeta xizmên me yên windayî diyar bikin. Di hefteya 660’an de tevlî ku kiryar diyar in, em dosyaya Hayrettin Eren ê ku ev 37 sal in agahî jê nayê girtin bi raya giştî re parve dikin.”
‘Ew hevkarê vê sûcê ne’
Senetayê herî dawî wiha got:” Di serî de Kenan Evren û yên ku 12 Îlonê bi rê ve dibirin û alîgirên wê ji windabûyina Hayrettin Eren berpirsiyar in. Hemû îktîdarên ku aqubeta Hayrettin Eren diyar nekirine ew jî hevkarên vî sûcî ne.”








