‘Jinên serî natewînin’ xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin: Meclîsa Jinê ya HDK'ê (5)
- 11:53 18 Mijdar 2017
- Rojane
STENBOL - Endama Meclîsên Jinê ya HDK'ê Neslîhan Acer diyar kir ku ew ê xwedî li destkeftiyên jinan derkevin û wiha got: "Gotin a me ye, jiyan a me ye, biryar a me ye. Em îradeya xwe, laşê xwe radestî tundiya dewletê ya mêr nakin. Em ê li qadan bin.”
Ji ber ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî nêz dibe, her ku diçe xebatên rêxistinên jinan bi lez dibe. Endama Meclîsên Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Neslîhan Acer girtina saziyên jinan, êrîş û tundiya li ser jinê yên li Tirkiyeyê nirxand.
‘Dixwazin polîtîqayên çewisandinê têxin dewrê’
Neslîhanê destnîşan kir ku her roj ew çavên xwe bi cinayetên jinan vedikin û wiha got:” Tê xwetin ku gelek cinayetên li Tirkiyeyê çêdibin ser wan bên girtin. Em hinek komkujîna qet nabihîsin. Faîlên wan bê ceza dimînin. Li dijî vê yekê rêxistina jinê jî zêde bûye. Di du salên dawî de mîtîngên me tên astengkirin, mudaxale li dijî çalakiyên me pêk tê. Li dijî me hêza dewleta mêr bikaranîn lê me jî bi hêza xwe ya bi rêxistinî li dijî van zextana bejna xwe netewand. Dixwazin jinê di malê de bigirin loma tim polîtîqayên çewisandinê dixin dewreyê. Zagona muftutiyê li ser bertekên jinan dîsa jî derbas kirin. Li şaredariya Amedê di bin sîwana qayûman de muftuyekî mahr birî. Em bejna xwe li ber mahra ku muftu dibirin jî natewînin.”
‘Em ê ji tundiyê re bibêjin na’
Neslîhanê herî dawî wiha got: ”Gotin a me ye, jiyan a me ye, biryar a me ye. Em îradeya xwe û laşê xwe radestî tundiya dewleta mêran nakin. Em ê li qadan bin. Em ji piştevaniya jinan, ji serîhildana jinan û ji têkoşîna bi rêxistin a jinan hêzê digirin. Heta a niha em çawa li destkeftiyên xwe xwedî derketibin em ê ji a niha şûnde jî di 25’ê Mijdarê de li destkeftiyên xwe xwedî derkevin û em ê ji tundiyê bibêjin ‘Na’.
Sibehê: Jinên ku serî natewînin amadekariya 25’ê Mijdarê dikin: Jinên Halkevcî








