Dayika kedkar û debara xwezayî
- 11:18 18 Mijdar 2017
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Edla Elî dayika ku 50 salî ye û 8 zarokên wê hene, bi kedeke pîroz û giranbiha, ji xwezayê debara xwe ya jiyanê dike.
Erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê gelekî zengîn û dewlemend e. Dar û daristan, bax û baxçe û gelek derfetên ku mirov debara xwe ya jiyanê bikaribe pê bike hene. Ji destpêka dîroka mirovahiyê û heta li ser erdê mezopotamyayê jin bêhtir ji xwezayê hez dike û pê re mijûl dibe û ji xwezayê debara xwe ya jiyanê dike. Her ku jin ji xwezayê hez dike xweza jî berhemên xweştir dide. Jin her demsal amadekariya xwe û bi çêkirina berhemên xwezayê debara xwe bêhtir dike. Vê demsala payîzê jî, jin û dayîkan dest bi çêkirina Mireba tirî, kundir, mişmiş kirin. Hem debara xwe pê dikin û hem jî karê ku mirov bi destê xwe çêdike xweştir û paqijtir e.
Li bajarê Til Temirê yê Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê her demsal jin amadekariyên xwe yên zivistanê dikin. Edla Elî ya bi temenê xwe 50'î salî ye û dayîka 8 zarokan e jî, dest bi çêkirina Mireba Kundira kiriye. Edlayê dibêje:" Mirov her çiqas tiştan bi destên xwe amade bikin ewqas xweştir dibe."
Bi destên Edlayê çêkirina mireban
Edlayê rêbazê çêkirina Mireban wiha diyar kir: "Ji saetên êvarî em mireba xwe hûr dikin û paşê dixin hundirê avê û serê sibehê em agirê xwe pê dixin. Piştre beroşeke mezin tînin av û şekir dixin nav hev û kundiran li ser zêde dikin. Li derdora 12 saetan ser agir dimîne û wiha çêdibe."
'Zarokên min ji mireba bi destên min tê çêkirin hez dikin'
Edlayê diyar kir ku zarokên wê gelekî ji Mirebaya ku bi destên wê çêdibe hez dikin û wiha got:" Ji bo ku zarokên min ji mirebeya ku bi destên min çêdibe hez dikin loma ez jî her rengên mirebeyê çêdikim. Mirov her çiqasî bi destên xwe mireba çêbike, ewqasî jî paqijtir e. Dema ku dayika min û cîranên xwe li hev kom dibûn û mireba çêdikirin ez jî ji wan fêr bûm."
Edlayê herî dawî wiha got:" Jin bingeha civakê ye barê rêvebirina civakê li ser milê jinê ye. Jin bi her awayî ji heqê xwe tê der."








