‘Em ê li dijî OHAL’ê li her qadê di çalakiyan de bin’

  • 10:01 18 Mijdar 2017
  • Rojane
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Endama KESK MYK’ê Elîf Çuhadarê derbarê kampanyaya ‘Em ne OHAL’ê em demokrasiyê dixwazin’ ya KESK,DÎSK, TMMOB hat cem hev û da destpêkirin de axivî û di çarçoveya kampanyaya wan de wê li her qadê di çalakiyan de bin.
 
KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê di rojên borî de starta kampanyaya ‘Em ne OHAL’ê em demokrasiyê dixwazin’ dabû. Di çarçoveya kampanayê de gelek çalakî û bername pêk hatin û bi  partiyên siyasî heta rêxistinên civaka sivîl û gelek nûnerên saziyan  re hevdîtin wê pêk bê. Endama KESK MYK’ê Elîf Çuhadarê der barê kampanyayê de nirxandin kir û diyar kir ku bi van kampanyayan wê têkoşînê li kolanê mezin bikin û li dijî OHAL’ê gel hişyar bikin.
 
‘Ji bo rakirina OHAL’ê em ê li qadan bin’
 
Elîfê destnîşan kir ku  wê li her derê bi gel re bên cem hev û got wan xebata kampanyaya sê mehan dane pêş xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kampanya wê heta meha çile bidome. Di çarçoveya kampanyayê de em ê encamên OHal’ê ji civakê re vebêjin. Me wek sendîkayan ji bo OHAL bê rakirin kampanya da destpêkirin. Di vê wateyê de em ê li hemû bajaran xebatan bimeşînin. Em ê mîtîng, panel û komxebatan pêk bînin. Li dijî zextan em ê dest ji têkoşînê bernedin. Di çarçoveya kampanyayan de em ê li her qadê di çalakiyan de bin.”