‘Li Girtîgeha Elezîzê ji bo îşkenceyê ode hatin çêkirin’

  • 09:29 18 Mijdar 2017
  • Rojane
Melîke Aydin
 
DÊRSÎM - Berna Çelebî ya demek berê ji girtîgeha Elezîzê tahliye bû diyar kir ku di odeyên ji bo îşkenceyê hatine çêkirin de girtî rastî pêkanînên kêfî tên û got divê li dijî pêkanînên li girtîgeha Elezîzê demildest  bikevin nav tevgerê.
 
Berna Çelebî ya ji ber çalakiyên 8’ê Adarê û tevlîbûna cenazeyên gerîlayan hatibû girtin di rojên borî de hat tahliyekirin. Bernayê geşedanên li girtîgehê  vegot û diyar kir ku girtî ji 1’ê Mijdarê heta niha di greva birçîbûnê de ne.
 
Bernameyê behsa sedemên destpêkirina çalakiyan kir û got li serşo, tuwalet û koxuşan kamera hatine bicih kirin û girtiyan jî kamera şikandine û wiha pê de çû: "Ji pêvajoyê şûnde girtî dibirin odeyên sungerê yanî odeyên îşkenceyê. Ekîbeke ku bi navê Tîma A dihat bi navkirin dihatin koxuşan û îşkenceya fîzîkî û gotinî dikirin."
 
‘Bi ser koxuşan de girtin’
 
Bernayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku nasnameyên qerta berstûkê li girtiyan ferz kirine û wiha pê de çû: "Girtiyên ev qebûl nekirin jî ji tu mafan fêde negirtin. Ji ber vê greva di 1’ê Mijdarê de dest pê kiriye ji aliyê 6 girtiyan ve bi awayekî bê dem û dorneveger didome. Tîma bi navê A'yê bi ser koxuşan de digirt û ji mazgal û hewadankê ava tazyîkê davêtin koxuşan û îşkence li jinan dikirin."
 
‘Bi porê me girtin û em bi erdê re kaş kirin’
 
Bernameyê ev tişt anî ziman: “Li koxuşê girtiyek nexweş, girtiyên pîr û zarok hebûn. Dema av avêtin em li qata jor bûn. Em şil bûn. Bi porê me girtin û em anîn qata xwarê. Em hemû avêtin ser hev û îşkence li me kirin. Em hinek birin odeya şîn. Em rastî taciz û heqeretan hatin. Gardiyanan jî em temaşe dikirin.”
 
Nabin doktor..
 
Bernayê destnîşan kir ku gardiyanan tehdîda mirinê li wan kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevseroka DBP’ê ya Dêrsîmê Gulseven Yildiz ji dil nerehet bû û bi ambulansê birin revîrê û bi vê sayê rapor girtin. Ji bo girtî raporê negirin nabin doktor.”
 
Bernayê behsa îşkenceya odeya sungerê kir û got ev ode her tim ji aliyê kamerayan ve tê şopandin û li navîna odeyê klazetek heye û wiha got: "Gardiyanên jin û mêr her tim odeyê dişopînin. Hevalan xwestin peda bişînin ji bo hevalên xwe lê gardiyanan nehişt. Jinan atletên xwe kelaştin û bi kar anîn. Ji boxuşa C-6 Salîha Cebe, Bahar Ulubay, Dîlan Barîn û ji koxuşa D-6’ê jî sê jin di greva birçîbûnê de ne. Divê li dijî rewşê demildest tevger bê destpêkirin."