Jinên Wanê:Werin em ava xwe û xwarina xwe bi Başûr û Rojhilat re parve bikin

  • 09:16 18 Mijdar 2017
  • Rojane
Zeynep Turgut
 
WAN - Li Başûrê Kurdîstanê di 12'ê mijdarê de li gelek bajaran erdhej pêk hat. Di encamê de bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan mal hilweşiyan û tehrîbeteke mezin derket holê. Jinên Wanê bang li çar parçeyên Kurdîstanê kirin ku av û xwarina xwe bi Başûr û Rojhilat re parve bikin û bibin alîkar. 
 
Di 12 Mijdarê de li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê bi hêza  7.2 erdhe pêk hatibû. Di encama erdhejiyê de hat aşkerakirin ku 450 kesî jiyana xwe ji dest dabaye û 6.700 jî birîndar bûne. Di erdhejiyê de gelek mal jî hilweşiyan û texrîpateke mezin pêk hat.  Jinên Wanê bang li kurdistaniyan kirin û gotin ku bila her kes bi erdhejzedeyan re alîkariyê bike.  
 
' Bila her malek  perçeyek nanê xwe parve bike'
 
Jina bi navê Zûmeyye Cîntan diyar ku pêwîst e herkes bi hêstiyarî tevbigere û got ku gelê kurd ji bo alîkariyê her tim amade ye û wiha axivi;"Di sala 2011'an me jî erdhej dît. Bi rastî mirov nikare behs jî bike. Êşek pir giran e. 7 sal di ser re derbas bûn,lê mîna duh zindî ye. Niha jî li Başûr û li Rojhilatê Kurdîstanê erdhej pêk hat. Erdhejeke pir mezin bû. 450 mirovan jiyana xwe jî dest da. Bawerim wê ev  hejmar zêde jî bibe. Birîndarên giran hene. Xweda şîfayê bide birîndaran û sebirê bide malbatan. Çiqas ji destê me bê em ê bikîn. Em nkaribin tiştekî bikin jî  divê em bi hebûna xwe piştgiriyê bidîn wan. Pêdivî pê heye ku herkes di vê pêvajoyê de bi hêstiyar û wîjdanî tevbigere. Her malek  perçeyek nanê xwe bila bi xwişk û birayên xwe re parve bike Bila çar perçe bibin yek û piştgirîyê bidin hev. 
 
'Ez xwarinê çêdikim û ez ê ji wan re bişînim'
 
Mecbûre Kaçak jî bal kişan ser  erdheja ku pêk hat û got ku divê her jinek çi ji destê wan bê bikin û wiha got:"Ez ji gelê me re derbasiyê dixwazim. Bi rastî em pir xemgîn bûn. Erdhejek gelek mezin pêk hat. Niha tenê tiştek ji destê me tê.  Ew jî em ava xwe jî xwarina xwe jî divê bi gel xwe yê erdhejzede re parve bikin.  Ez ê  xwarinê amade bikim û ji wan re bişînim. Çiqas ji destê me bê divê em bikîn û ji bo alîkariyê em amade bîn. Gelê kurd her tim ji cîranê xwe re û kesên ku ketîne tengasiyê re alîkarî kirî ye. Em ê  çar perçe  ji bo xwiş û biryên xwe yên erdhejzede re bibîn alîkar. Heya niha em bi xêra dewletan ne hatine vê astê em bi keda xwe û alîkariya ku me dayî hev em hatine vê astê. Bê çawa gelê Başûr di erdhejê de alîkariya me kir divê ku  em jî wiha ji erdhejzedeyên li Başûr û Rojhilat re bibîn alîkar."
 
'Bi honandina  goreyan em ê bibin piştgir'
 
Dayîka Aşitiyê Zekiye Kaya  jî daxuyand ku ew jî mîna Dayîkên Aşitiyê wê her alîkariyê bikin û wiha berdewam kir;"Em ji ber erdheja ku pêk hat gelek xemgînin. Divê em ji bo erhejzedeyan bibin alîkar. . Ji ji hunandin û firotina goran heya bi xebatê em dikarîn ji wan re bibîn piştgir. Ji ber ku heman tişt hat serê me jî. Bi taybetî divê jinên kurd bibin alîkar. 
 
'Em ê her bibin piştgir'
 
Jina bi navê Dirê  Cîntan jî anî ziman ku ew ê li taxê ji bo erdhejzedeyan alîkariyê kom bikin û wiha pê de çû;" Hemû dewlet bêdengin tu alîkariyê nadin erdhejzedeyên kurd. Li wir mirovahî dimire. Ji ber ku kurd in medyaya tirk qet ne anî rojevê jî ev erdhej. Em jin em ê li taxa xwe ji bo alîkariyê çi ji destê me bê em ê bikin. Pêwîst e kesek erdhejzedeyan bi tenê nehêle.