ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2017'AN
- 09:00 18 Mijdar 2017
- Rojev
*Berna Çelebî ya demek berê ji girtîgeha Elezîzê tahliye bû diyar kir ku di odeyên ji bo îşkenceyê hatine çêkirin de girtî rastî pêkanînên kêfî tên û got divê li dijî pêkanînên li girtîgeha Elezîzê demildest bikevin nav tevgerê.
*Nivîskar Seray Şahîner rêbazên parastina cewherî yên ku ji bo jin jiyana xwe biparêzin serî lê dide, kir mijara pirtûkên xwe û wiha got: “Wekî ku ez dinivîsim ez hewl didim ku bijîm jî.”
* Gunay Karakuş a di komkujiya 10’ê Cotmehê de bi awayekî birîndar xilas bû û protez li çîma wê hat xistin, wêneyên xêz kiriye di pêşangeha bi navê Ekînoks de pêşkêş kir. Ekînoks tê wateya şev û rojê û Gunayê jî li gorî cîhana xwe bi nav dike û dibêje: “Tarîtî hîna baş neçûye, hîna heye… Di rûyên xêzan de hîn fikar û keder heye. Min ew bi rengan tevlî hev kir.” BI DÎMEN
*Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan polîtîkayên di salên 2000’î de pêk hatiye tîne hişê mirovan. Bê guman berxwedanên wê demê jî. Yek ji van berxwedanan, berxwedana Nesrîn Tekeyê ya li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agir e. Nesrînê wiha gotibû ‘Xwezî ji canê min wêdetir tiştekî din ê min bida hebûya’. BI DÎMEN
*Endama KESK MYK’ê Elîf Çuhadarê derbarê kampanyaya ‘Em ne OHAL’ê em demokrasiyê dixwazin’ ya KESK,DÎSK, TMMOB hat cem hev û da destpêkirin de axivî û di çarçoveya kampanyaya wan de wê li her qadê di çalakiyan de bin. BI DÎMEN
*Li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên cur be cur tên li darxistin.
*Li Başûrê Kurdîstanê di 12'ê mijdarê de li gelek bajaran erdhej pêk hat. Di encamê de bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan mal hilweşiyan û tehrîbeteke mezin derket holê. Jinên Wanê bang li çar parçeyên Kurdîstanê kirin ku av û xwarina xwe bi Başûr û Rojhilat re parve bikin û bibin alîkar. BI DÎMEN
*Endama Meclîsên Jinê a HDK'ê Neslîhan Acer diyar kir ku ew ê xwedî li destkeftiyên jinan derkevin û wiha got: "Gotin a me ye, jiyan a me ye, biryar a me ye. Em îradeya xwe, laşê xwe radestî tundiya dewletê ya mêr nakin. Em ê li qadan bin." BI DÎMEN
*Edla Elî dayika ku 50 salî ye û 8 zarokên wê hene, bi kedeke pîroz û giranbiha , ji xwezayê debara xwe ya jiyanê dike. BI DÎMEN
*Endama Desteya Rêveberiya Bakurê Sûriyeyê Rohilat Arif li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê nirxandinên girîng û balkêş kir.








