Li Zurîhê rêxistinên jinan banga tevlibûna çalakiyên 25'ê mijdarê kir

  • 15:53 17 Mijdar 2017
  • Rojane
ZURÎH - Meclîsa Jinê ya Bêrîtan, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Yenî Kadin, ADKH, Kasama û Yekîtiya Jinên Kedkar li qada Zurîch Centralê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Bi daxuyaniya hevpar a çapemeniyê ya saziyên jinan re starta çalakî û xwepêşandanên 25'ê Mijdarê dan.
 
Di çalakiyê de her saziyeke jinan alaya xwe hildan û bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê yên îsal li Zurîchê werin lidarxistin hate eşkerekirin.
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wê îsal bi dirûşma "Şîdet bêçaretiya faşîzmê ye, xweparastin mafê jinê ye" çalakî bên lidarxistin.