Heyva Sor a Kurd ji bo erdhejzedeyan konê alîkariyê veda

  • 14:09 17 Mijdar 2017
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TILTEMIR-Heyva Sor a Kurd ji bo piştgiriya kesên ku bûn qurbaniyên Erdheja li Kurdistanê alîkariyê kom dike. 
 
Di 13'ê Mijdarê de li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê erdhejeke mezin ku li 4 parçeyên kurdistanê bando kir çêbû. Lê di warê zeradîtinê de herî zêde Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji vê erdhejê bi barndor bûn.  Di encma vê erdhejê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da, gelek kes birîdar bûn û gelk kes jî bê mal man û li derve dijîn.  Li Rojavayê Kurdistanê bi armaca piştgiriya Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li her sê Herêmên Rojava konê alîkariyê ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hat vedan. 
 
Konê ku ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve li bajarê Tiltemirê hat vekirin  ji saetên serê sibehê ve bi dehan welatiyên Tiltemirê ji bo ku alîkariyê bidin berê xwe danê û çûn kon.
 
Rêvebera  Heyva Sor a Kurd Fatima Merwan derbarê vedana konê alîkariyê de wiha got: “Em weke Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê  pişgiriyê didin gelê me yê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Ev yek erka me ya mirovî ye. Em kurd li ku dibin, bila bibin birînên xwe bi hev re  derman dikin û bi yek di û rihî tevdigerin.” 
 
Fatima di dawiya axaftina xwe de bang li gelê kurd kir ku berê xwe bidin konê alîkariyê da ku û binin alîkar ji erdhejzedeyan re."
 
Herwiha  zarokên Rojavayê kurdistanê yên biçûk jî naxwazin ku zarokên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi tene bimînin û hewl didin ku ji bo wan bibin alîkar.