Konferansa Jinên Bakurê Sûriyeyê li Qamişloyê dest pê kir
- 14:06 17 Mijdar 2017
- Rojane
QAMIŞLO - Yekemîn Konferansa Jinên Bakurê Sûriyeyê ya perwerdeyê li Kantona Kamişloyê bi tevîbûna 220 delegeyan di bin dirûşma ‘Perwerde çalakiya xwenûkirinê ye’ li Akademiya Mezopotamyayê ya Taxa Hilîliyê hat li darxistin.
Rêvebertiya Kongra Star a Herêma Cizîrê, hemû saziyên Kantona Qamişloyê û Herêma Cizîrê tevlî konferansê bûn. Her wiha Meclîsa Jinê, Meclîsa Gel a Kantona Cîzîrê û Saziya Mamosteyan jî tevlî konferansê bûn.
Konferasa Perwerdeyê ya yekemîn bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin.
Piştre perpektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin xwendin. Konferans bi rojevên xwe yên din berdewam dike








