Li ser bedena Cemîle ya ku hat qetilkkirin şopên îşkenceyê!

  • 11:03 17 Mijdar 2017
  • Rojane
MÊRDÎN - Di rojên borî de li gundikekî girêdayîn navçeya Dêrikê di şerê ku di navbera mêran de ji bo zeviyan derket de jina bi navê Cemîle Bîlen jiyana xwe ji dest dabû. Hat aşkerakirin ku beriya Cemîle jiyana xwe ji dest bide bi birîndarî hatiye derbkirin. Bûka Cemîleyê Husnîgul got, "Piştî ku em çûne li xesiya min dane. Di rapora ku ji aliyê nexweşxaneyê ve hatiye dayîn de jî şopên derb û îşkencyê hene." 
 
Li Gundikê bi navê Yaylalar yê girêdayî navçeya Dêrika Mêrdînê, di rojên borî de jinekê di encma pevçûna çekdarî ya di navbera mêran de jiyana xwe ji dest da.  Jina ku hat aşkerakirin navê wê Cemîle Bîlen(55) e, hat diyarkirin ku di şerê navbera malbatan de hedef hatiye girtin û ji aliyê mêrên ku bi ser mala wê de girtine bi guleyên li bedena wê ketine jiyana xwe ji dest daye.  Tişta di roja Cemîle hat qetilkirin de hat jiyîn bûka cemîleyê Husnîgul ji me re vegot.
 
'Di navbera me de nelihevkirin hebû'
 
Husnîgul a ku dema Cemîle hat qetilkirin li cihê bûyerê bû wiha axivî: "Herçend ku em û malbata din xizmên hev in jî di navbera me de pirsgirêk hebû. Vê malbatê her roj li zeviya ku me lê çandinî kiribû dianîn sewalên xwe diçêrandin. Me ew hişyar dikirin lê guhdar nedikirin. Rojekê ev pêkanîn li ber çavên me hat kirin. Ez û hevjînê xwe Lokman em çûn û me ew hişyar kirin lê guhdarî li me nekirin. Piştre heqaret li me kirin.  Di wê demê de xesiya min jî hatibû cem me .Roja yekem me tiştek negot lê roja duyem jî heman tişt kirin. Em dîsa ji bo hişyariyê çûn. Ez hevjînê xwe, xwesiya xwe û zarokên xwe bûn. Me carekê dît ku bi kesên hatin re çek heye. Piştre bêyî ku em bi zanibin pirsgirêk çi ye çêrî me kirin.  Ez ji bo ku tiştek neyê serê zarokên min min zarokê girtin û vegeriyam malê."
 
Piştî êrîşa çekdarî Cemîle hatiye derbkirin!
 
Husnîgulê diyar kir ku pitî ew vegeriyaye malê bûyerên girîng pêk hatine û ev tişt got: "Piştî pevçûna çekdarî guleya ku ji çeka hevjînê min derket û li nava kesekî yê hemberî me ket. Piştre wan şî gule berda xesiya min. Hevjînê min wê demê reviya bû. Ez jî ji wê çûm. Lê min nizanibû ku wê pirsgirêk evqas mezin bibe.  Piştî ku em vegeriyan malê wan ji bo birîndarên xwe wesayit anîn 
û birîndarên xwe birin. Lê xesiya min li wê saetekê ma. Ger ku me ew zû bigîhanda nexweşxaneyê dibû ku niha xesya min bijiya. Lê ji ber ku zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da. Piştî ku em çûne jî li xesiya min a bîrîndar dane. Di rapora nexweşxaneyê de jî şopa derban û îşkencyê heye. Em ê şopdarên dozê bin."
 
Piştî bûyerê hevjînê Husnîgulê teslîm bû. Lê kesên ku bûn sedema kuştina Cemîleyê Ahmet Bîlen, Mehmet Saît Bîlen, Sellahatîn Bîlen, Necmetîn Bîlen,Şerafettîn Bîlen, Nîzamettîn Bîlen, A. Halîm Bîlen û Heluş Bîlen hîna winda ne.