Parêzerên qeyûm, malbata zarokê ket çalê tehdîd kirin

  • 10:02 17 Mijdar 2017
  • Rojane
Pîroz Zirig
 
ŞIRNEX - Zarokê bi navê Feyzullah Kabul ketibû çala ku şaredariya Şirnexê ser wê negirtiye û jiyana xwe ji dest dabû. Hat aşkerekirin ku parêzerên şaredariya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, malbata Feyzullah bi gotina ‘Yên sûcdar hun in’ tehdîd kiriye. Dayika Esmek Kabul wiha got: “Bê wijdanên ku ji bo sûcê xwe veşêrin, li êşên me êşan zêde dikin li ku ne?”
 
Li taxa Vakif ya Şirnexê çala ku ji aliyê şarediya qeyûm tayînî wê hat kirin hat vekirin û ser wê vekirî hat hiştin, zarokê bi navê Feyzullah Kabul ê 4 salî ketibûyê û jiyana xwe ji dest dabû. Dayika Feyzullah, Esmer Kabul roja bûyerê vegot. Esmerê diyar kir ku 6 zarokên wê hene û wiha got: “Min nan lêdixist. Feyzullah bi hevalên xwe re dilîst. 2-3 deqe şûnde min dît ku Feyzullah ne li ber deriye.”
 
Esmerê ev tişt anî ziman: “Min gazî keça xwe kir. Keça min çû û nehat. Min gazî xwesûya xwe kir. Min got here binêre li ku ne. Ew jî çû nehat. Ez ketim nav fikaran. Ez çûm her kes li serê çalê dipê. Min fêm kir ku kurê min di wir de ye.”
 
‘Kurê min di beşa giran de bû şaredariyê parêzer şand’
 
Esmerê di berdewamiyê de wiha got: “Me kurê min rakir nexweşxanê. Em li ber beşa giran disekinin. Parêzerên şefên ji xebata kanalîzasyona şaredariyê berpirs hatin. Em sûcdar kirin. Rewşa kurê me hîna ne diyar bû. parêzeran hat got ‘hun sûcdar in’.Ev rewşek giran e. Em nikarin vê qebûl bikin. Me lêborînek dixwest. Em ê gilî li şaredariyê bikin.  Bê wijdanên ku ji bo sûcê xwe  veşarêin li êşên me êşan zêde dikin li ku ne?”
 
Bapira Feyzullah, Fatma Kabul jî wiha got: “Ez derketim kolanê. Hevalên wî bi girî ber bi min hatin. Gotin ‘Feyzullah ketiye çalê’. Zarokan got ‘xwîn ji serê wî dihat. Hewl dida ji çalê derkeve’. Min alîkarî xwest. Cîran hatin alîkariyê. Xebatkarekî şaredariyê hat got ‘me sûcdar nekin. Here li malê li kurê xwe bigere'. Min israr kir.  Ew kanal ji zû de vekiribû.  Çal gelek qirêj bû.  Du saetan lêgerîn hat kirin.  zarok bi avê de çûbû.  Me got jêra çalê vekin em lêbigerin. Piştî du saetan me neviyê min dît. 150 metre çêbû.”