‘Jinên serî natewînin’ xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin: Jinên EMEP’ê (4)
- 09:46 17 Mijdar 2017
- Rojane
Zulal Koçer
STENBOL - Sema Barbarosê diyar kir ku ew wek jinên EMEP’ê di 25’ê Mijdarê de wê li qada bin û wiha pê de çû: “Em bang li hemû jinan dikin ku li cihên dimînin ji bo mafên xwe têbikoşin. Ji aliyê jinan ve tiştekî ku neyê çareserkirin tuneye. Li cihên jin hebin çareserî heye.”
Xebatên derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta Li Ser Jinê ya Navneteweyî bi lez û bez berdewam dikin. Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Sema Barbarosê derbarê amadekariyên 25’ê Mijdarê yên Jinên EMEP’ê de axivî.
Semayê OHAL ya hîna berdewam dike bi bîr xist û wiha pê de çû: “Bi OHAL’ê re em li her derê şîdetê dijîn. Jin li dijî şîdeta dijîn, di hawireke ku berpirsyariya xwe naynin cih de li ser piya disekinin. Bi OHAL’ê ev rewa kirine. Di 25’ê Mijdarê de em ê rakirina OHAL’ê daxwaz bikin.
‘Hewldana biçûk şîdeta hov’
Semayê di berdewamiyê de got şîdeta li ser jinê bi taybet di xebata bi jinên karker re kirine de dîtine û ev tişt vegot: “Li aliyekî jinên li malê li dijî şîdetê berxwe didin, li aliyê din jî şert mû mercên xerab ên jiyanê, xerabûna rewşa aborî, bê rêxistinbûn, pirsgirêkan kûr dike. Jin li her derê di aliyê çareserkirina pirsgirêkan de tenê tên hiştin.”
‘Qanûn dê bandorê li hemû jinan bike’
Semayê bi lêv kir ku qanûnên qezencên jinan tune dihesibîne dê di civakê de bandorê li hemû jinan bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev ne tiştekî baş e. Em dibînin ku jin nayên cem hev, nikarin bi hev re çayekê vexwin, li gel hev rûnin û nîqaş bikin. Em di 25’ê Mijdarê de li Stenbolê wê bi Platforma 25’ê Mijdarê re hevpar tevbigerin. Li Stenbolê penaberên Sûriyeyê gel in. Pirsgirêkên jinên Sûriyeyê her diçin kûrtir dibin. Li dijî wan pêşdaraz hene. Em ê di pêvajoya 25’ê Mijdarê de bi jinên Suriyeyê û Tirkiyeyê re bernameyên taybet pêk bînin. Hewcedariya me bi piştevaniyek mezin heye.”
SIBÊ: Jinên serî natewînin ji bo 25’ê Mijdarê xwe amade dikin: Meclîsa Jinan a HDK’ê








