Aycan Îrmez: Hun nikarin jinan bi hev bidin qirkirin

  • 09:45 17 Mijdar 2017
  • Rojane
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez bertek nîşanî gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên wekî ‘Mehrê bibirin, bizewicin, zêde bibin. Zêdebûna mislimanan şert e. Rêxistina terorê ya Tirkiyeyê di vê mijarê de gelek xesas e. Herî kêm 10,15 zarokên wan hene’. da û wiha got: "Wê bi van gotinan nikaribin jinan bi hev bidin qirkirin. Em ê têkoşînê berdewam bikin."
 
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê gotinên  serokomar Tayîp Erdogan ku bi hevoka ‘rêxistina terorê’ jinên kurd hedef nîşan da nirxand û diyar kir ku ev gotin hilberîna polîkaya ji berê de tê meşandinê ye û bi van gotinan jinan cudahiyê dixin navbera jinan.
 
‘Emê li dijî gotinên faşîzan serî netewînin’
 
Aycanê destnîşan kir ku jin û dayikên kurd heta îro şahidiya zîhniyetên faşîst kirine û desthilatdarî bi gotinên xwe yên dawî xwestiye jinan bike kole. Aycanê bi lêv kir ku gotinên li hemberî jinên ‘êrîşên faşîzanin’ û got wê li dijî gotinên faşîzan têbikoşin.
 
‘Li dijî Kurdan hêrs û kîn kûr dibe’
 
Aycanê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku gotinên Tayyîp Erdogan hêrs û kîna li hemberî kurdan kûr dike û wiha pê de çû: “Li ser jinan polîtîkayek tê meşandin.  Demek berê polîtîkaya sê zarokan kir û ev pêk hat. Niha jî hewl dide xwe bigihîne hedefên welatparêziyê. Ji ber vê divê jinên Kurd û Tirk bersivê bide van.  Gotina ‘herî kêm sê zarok’ îro derxistine ’15 zarokan’.”
Aycanê anî ziman ku di polîtîkayên nifûsê de helwesta rayedarên hikûmetê ji berê de bi vî awayî bûne û got jinan wek qurpê dibînin. Aycanê destnîşan kir ku wê li dijî gotinên nefretê têkoşîn bidome.