Hevseroka Odeya Tabîban a Amedê: Em amadene biçin herêma erdhêjê
- 09:42 17 Mijdar 2017
- Rojane
AMED - Di erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê pêk hat de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Hevseroka Odeya Tabîban a Amedê Selma Guzel derbarê erdhejê de wiha got: “Em ji bo her cureyê piştgirî û piştevaniyê amade ne.”
Di erdhêja ku navenda wê Silêmanî, Halepçe û Kirmşan bû ya li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest da gihişt 530’yî û 7 hezar û 817 kes jî birîndar bûn. Bi hezaran xanî hilweşiyan û gelek malbat bê xanî man. Hevseroka Odeya Tabîban a Amedê Selma Guzel der barê mijarê de got wan ekîbên xizmeta tenduristiyê ava kirine û anî ziman ku der barê hewcedariyên sereke de agahiyên wan tune ne lê ji bo vê li bende daxwazan e.
‘Li dijî hemû îhtîmalan em ekîban amade dikin’
Selmayê destnîşan kir ku di erdhêjê de gelek kesî jiyana xwe ji dest daye û ev tişt anî ziman: “Hejmara mirî û birîndaran tam zelal nebûye. Li gorî agahiyên me ji Iraqê girtine zêde kesî jiyana xwe ji dest nedaye. Lê bi Îranê re em neketin têkiliyek baş. Bi hevkariya saziyên fermî re hat diyarkirin ku di asta Enqereyê de AFAD û UMKE’yê ekîbek şandine. Di heman demê de ekîbek li deriyê sînor ê Xaburê dipê heye. Me bi Midûriyeta Tenduristiya Navendî ya Amedê re hevdîtin kir. Lê wan got ku tu daxwazeke wan ji me tune ye. Lê em li gel hemû îhdtîmalan ekîbên xwe didin sekinandin.”
‘Pirsgirêka girîng şert û mercên zivistanê ne’
Selmayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku daxwazek hebe ew amadene ku biçin herêmê û wiha got: “Em ji bo her cureyê piştevaniyê amade ne. Li herêma erdhêjê em nizanin hewcedarî bi çi heye. Em bi hevkariya we bang dikin. Hewcedarî hebe bila em bên agahdarkirin. Ev ne tenê di alî tenduristiyê de. Welatî niha li derve ne. Niha hewcedariya xurekê heye. Em dizanin gelek hewcedarî hene. Ya herî girîng jî şert û mercên zivistanê ne. Ji bo piştevaniyê me lîsteya xebatkarên tenduristiyê amade kiriye. Di rewşa hewcedarî hebe de em dikarin biçin.”








