Dixwaze bi nivîsên xwe qirkirin û tundiya mêr teşhîr bike
- 09:11 17 Mijdar 2017
- Rojane
WAN - Li navçeya Elbakê jina ciwan a bi navê Gûlîstan Tufan tundî û qirkirina li dijî jinan tê kirin dinivîse û dixwaze vê mijarê di pêşerojê de li zanîngehê wekî tezekê bide û teşîr bike.
Li navçeya Elbakê tenê di salekê de 5 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Li navçeyê jin bi giştî bi hişmendiya baviksalar re rûbirû ne. Ji çûyîna jinan a sûkê bigire heta ku biçin dan û stendinê divê ji mêran destûrê bixwazin. Heta ku mêr nebêje biçin jin nikarin derkevin devê derî. Feodalîzm û hişmendiya baviksalar ku desthilatdare bi qetilkirin û bindestkirina jinan xwe li ser piyan dihêle. Jina ciwan a bi navê Gûlîstan Tufan(18) ji bo tundiya li ser jinan û binpêkrina mafên jinan nîşanî tevahiya cîhanê bide bi nivîsên ku dinivîse destûrê nade ku bê jibîrkirin.
‘Ez tundî û binpêkirina mafên jinan dinivîsim’
Gûlîstanê diyar kir ku wê heta niha gelek nivîs li ser tuniya li jinan tê kirin nivîsîne û got ku divê jin destûrê nedin ku ev hijşmendiya baviksalar bê mayîndekirin û wiha axivî;”Bi giştî li tevahiya cîhanê û bi taybetî jî li Elbaxê tundiyek mezin li dijî jinan tê meşandin. Ez li vir ji dayîk bûm. Ji bo jinekê li Elbaxê jiyan gelek zahmet e. Ji ber ku li vir jin tune tên hesibandin. Bi tu awayî destûr nayê dayîn ku dengê jinan derbikeve. Mêrên ku jinê bê hêz dbinin çiqas ji destên wan tê dixwazin ku jinê biçewisînin û hemû mafên wê ji dest wê bigirin. Gava ku min dest bi nivîsandinê kir ez 12 salî bûm. Min dît ku li hemberî jinê neheqiyek heye. Pêwîst bû min ev hişmendî teşhîr bikira. Ji ber wê min xwest ku ez binivîsim. Dixwazim di vî warê de di pêşerojê de li zanîngehê lêkolîneke berfireh bikim û tezek xurt amade bikim. Ji ber ku em her roj bi qetilkirina jinekê şiyar dibin. Ev hişmendiya desthilatdar pêwîste mezin nebe. Pêdivî pê heye ku em jin dengê xwe û têkoşîna xwe bilindtir bikîn.”
'Hêza jinan ji agir e û tu hêz nikare vemirîne'
Gûlîstanê bal kişand ser 25'ê Mijdarê Têkoşînê ya bi Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê û got ku divê wê rojê her jin têkoşîna xwe xurtir bike û wiha pê de çû;”Jin ne qels e. Divê kuştin, qetilkirin nebe sedema bêdengbûna me. Em çiqas bên qetilkirin jî divê hêrsa me jî ewqs mezin bibe. Ji ber ku bîrdoziya jinan li hemberî şerên cîhanê mertal e. Jin niha li hemberî dijminên xwezayê û jiyanê tedikoşin. 25 Mijdarê nêz dibe. Divê vê wê rojê jin derkevin qadan dengê xwe bilin bikin û dest bidin hev. Di vê tenê ne li kolan li hemû deveran em li ber xwe bidin. Di 25 Mijdarê de em ê bihêztir û hêrstir bibîn. Hêrsa jinan ji agir e û tu hêz nikare wî agirî vemirîne."
‘Yekitiya jinan dikare pêşiya tundiyê bigire’
Gûlîstanê herî dawî bang li hemû jinên cîhanê kir ku li hemberî tundya mêr bibin yek û wiha berdewam kir;” Em jin jî xwedî jiyan in û mafê me yê jiyanê heye. Jiyan bi destê me û keda me jinan hatiye hûnandin. Ger ku em avakirina jiyanê dizanin em dikarin li hemberî tundiyê jî bibîn yek û bi yekitiya jinan pêşiya tundiya ku her roj li jinan tê kirin û li cîhanê belav dibe bigirîn. Yekitiya jinan dikare pêşiya tundiyê bigire. Em destûrê nedin ku zarokên me bi vê hişmendiya baviksalar mezin bibin. Ji bo jiyaneke azad bijî yekitiya jinan.”








