Gulîstan Elî: Tundiya li ser jinê ne mijarek ji rêzê ye

  • 09:06 17 Mijdar 2017
  • Rojane
QAMIŞLO - Endama Saziya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Gulîstan Elî derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî  nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku tundiya li ser jinê ne mijarek ji rêzê ye. 
 
Endama Saziya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Gulîstan Elî derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî  nêrînên xwe anî ziman û destnîşan kir ku divê êdî feraseta li dijî jinê ya ku ji tundiyê re xizmetê dike biguhere.
 
'Bi hezar salane ku jin li dijî tundiyê serî hildidin'
 
Endama Saziya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Gulîstan Elî derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya  navneteweyî hestên xwe wiha anî ziman:" Bi hezar salane ku jin li dijî zor, zehmetî, tundî û her rengên îşkenceyê serî hildidin. Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinê ev serîhildana zêde kir û ji bo parastina mafên xwe yên rewa xwe bi rêxistin kirin. Feraseta mêran a desthilatdar bû sedema qetikirina jinê. Loma gerek ev feraset bê guhertin."
 
'Zewaca di temenê biçûk de binpêkirina mafên mirovan e'
 
Gulîstanê di axaftina xwe ya derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya navneteweyî de bal kişand ser zewaca di temenê zarokatî de û wiha berdewam kir:" Hikumeta Iraqê jî zewaca di temenê zarokatî de meşrû dike. Lê zarok nikare derbarê zewacê de biryarek saxlem bide. Loma ev biryarek şaş e û zewaca di temenê zarokatî de binpêkirina mafên mirovan e. Ev jî cureyeke tundiyê ye. Ji bo ev cureyên tundiyê êdî neyên bikaranîn divê jin bibin yek." 
 
'Jin bi têkoşîn û berxwedanek mezin li dijî tundiyê derdikevin'
 
Gulîstanê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Jin bi têkoşîn û berxwedanek mezin li dijî tundiyê derdikevin. Ji bo aştî û azadî pêk were gerek jin tucarî dev ji têkoşîna xwe bernedin û her berxwe bidin."